Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin

img

STENBOL - Polîsî gefa “Heke ez we binçav bikim, zarokên we jêhatî jî bin nikarin karekî peyda bikin” li karkerên ku ji bo sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin û dixwazin bi paş ve li kar bên zivirdandin xwar. 

Berxwedana karkerên ku li dijî mûçeyê kêm, zext û mobîng a li Kargeha Polonez a Çatalcayê li Tekgida-Îş’ê xwe bi rêxistin kirin ji kar hatin avêtin di roja 53’yemîn de berdewam dike. Karkerên Polonezê destûr nedan karkerên ku karsaz ji bo greva wan bişkîne anîne kargehê bikevin hundir. Li ser vê yekê polîsan mudaxileyî karkeran kir. 
 
‘YÊ KU BÊHIQÛQIYÊ DIKE PATRON E’ 
 
Midûrê Polîsan ê Çatalcayê ku xwest berxwedana karkerên di grevê de bişikîne bi gotinên “Heke ez we binçav bikim û kirariyeke edlî bikim, zarokên we jêhatî jî bin nikarin karekî peyda bikin” gef li karkeran xwar. 
 
Karkeran bi gotinên “Wijdana te destûr dide?” , “Ev gefeke” bertek nîşanî midûrê polîsan dan. Pisporê Rêxistinkirinê yê Tekgida-Îş’ê Yûnûs Dûrdû, anî ziman ku tiştên ku dike çalakiyeke qanûnî ye û wiha got: “Yê ku li vir bêqanûniya bingehîn dike, patronê Polonezê yê ku karker ji kar derxistî ye ye. Di encama çalakiyeke qanûnî ya em li vir dikin, rewşeke ku zarokên kesekî bê kar bimînin nîne.”
 
KARKER BIRÎNDAR BÛN 
 
Di encama mudaxileya polîsan a li dijî karkerên polonezê de gelek kes birîndar bûn. Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî çalakiya karkeran a li pêş kargehê didome.