Li Hewagê dema mehseran dest pê kir

RIHA - Li Hewagê bi payîzê re wextê ser mehseran dest pê kir. Sîtilên ku berê li nava gund dihatin danîn, niha ji ber krîzê û kêbûna tirî li hewşên malan tên danîn. 

Bi hatina payîzê re dema ser mehseran dest pê kir. Welatiyên li bajarên Kurdistanê, dest bi xebatên amadekariya zivistanê kirin. Welatiyên ku dest bi çêkirina benî, bastêq, dims û mewîjan kirin, îsal jî ji ber krîza aborî û guherandina avhewayê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. 
 
Kar û barên mehseran yên di orta Îlonê de dest pê dike û heya meha Cotmehê dewam dike, ji ber rewşa avhewayê îsal di meha Îlonê de dest pê kir.  
 
Malbata Çetînkaya ya li navçeya Hewag ya Rihayê dijî, dest bi çinîna tirî kir û li hewşa xwe dest bi kar û barê mehseran kir. Malbat ku îsal ji ber kêmbûna tirî dê nikaribe bastêqê çêke, diyar kir ku ji ber kêmbûna dimsa tirî wê îsal beniyan kêm çêbikin. 
 
'EM BI QASÎ TÊRA ME BIKE ÇÊKIN'
 
 
Mehmet Çetînkaya diyar kir ku sîtila ku wan li mehseran datanî, li gor berê kêm e û got ku çûna ser mehseran ku kevneşopiyeke wan e, êdî li hewşên malan didome. ÇEtînkaya destnîşan kir ku sedema sereke ya vê yekê aborî ye. 
 
Çetînkaya bilêv kir ku li hin cihan hê jî şêniyên gundan bi awayekî kolektîf tirî berhev dikin û wiha got: “Berê tirî zêde bû. Cîran li hev diciviyan û bi hev re dixebitîn. Ev amadekarî bi mehan dewam dikir. Me bi telîsan benî, bastêq, mewij çêdikirin. Lê niha em tenê bi qasî têra malekê bike çêdikin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî