Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin

AMED - Abdulrahman Cemşî yê ermen ku 60 sal in li Pasûr a Amedê hesinkariyê dike, bibiryar e ku bi rêya zarokên xwe pîşeya xwe bide jiyandin. 

Qirkirina Ermeniyan ku gava ewil a polîtîkaya "tektîpkirinê" bû, bû sedema êşên mezin. Di pêvajoya qirkirinê de ku di 24'ê Nîsana 1915'an de dest pê kir û demeke dirêj dewam kir, zêdetirî milyonek mirov hatin qetilkirin û ermenî ji vê axê hatin derxistin. Bi çûna ermeniyan re gelek sinhet jî hatin jibîrkirin. 
 
Wê demê malbateke ermenî ya li Taxa Firkî ya Pasûr a Amedê gava tê sirgûnkirin, axayê gund du zarokên wan tîne cem xwe. Abdulrahman Cemşî (80) bilêv kir ku ji wan zarokên xelas bûn yek jê bavê wî yek jê jî apê wî bûye û got ku kalê wî jî li navçeyê wekî reîsê ermeniyan dihat naskirin. 
 
PÎŞEYÊ JI XALÊ XWE HÎN BÛYE
 
 
CEmşî bilêv kir ku xalên wî yên hesinkar bûne, ji ber hisûmetekê ji gundê Herendê hatine cem wan û got ku xalên wî amûrên xwe yên hesinkariyê jî bi xwe re anîne û vê pîşeyê hînî wan kirine. Cemşî bilêv kir ku 2-3 salan bi xalên xwe re xebitiye û paşê xalên wî dezgeha hesinkariyê daye wan û got: "Piştî di 1974'an de çûm leşkeriyê û hatim, me ji gund bar kir. Ji wê rojê heya niha vî karî dikim." 
 
Cemşî da zanîn ku ji ber qezayeke karî çavê wî yê rastê ji sedî 70 nabîne, lê dîsa jî vî karî didomîne û got: "60 sal in hesinkariyê dikim. Bi pêşketina teknolojiyêr e ka rhêsan bûye. Berê hemû bi destan dihatin çêkirin, êdî he rkarek makîneyeke xw eheye. Wê demê me dehreyê bi 5 lîreyan difirot û me pê debara xwe dikir. Ê dikirî jî di cotkariyê de pê karê xwe dikir. Lê niha ne qîmeta pere maye ne jî ya kar. 
 
Cemsî hesinkariya ku ji xalên xw ehîn bûye nîşanî zarok û neviyên xwe jî dide û got: "Ez ê pîşeyê ji zarokên xwe re bihêlim da bidome."