Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man

img

RIHA - Li Deşta Bazîkê ji ber zêdebûna lêçûnan û di dema rakirinê de daketina bihayan, berhem li nav zeviyan man. 

Li Deşta Bazîkê ya navçeya Hewag a Rihayê, dema rakirina armûş, zebeş, pîvaz û garis dest pê kir. Cotkar di zebeş û pîvazên ku bihayê wan zêde daketine de gelek zirar kirin. Bihayê zebeşê ku di mehên havînê de derketibû 16 lîreyan, piştre daket 7 lîreyan. Ev rewş bi taybetî jî hilberînerên zebeş xist nav zirarekî mezin. Hejmara cotkarên ji ber dahata wan têrî lêçûnan nakin û berê xwe dane garis jî gelek kêm bû. 
 
BIHAYÊ AVÊ ZÊDE BÛ
 
Zêdebûna bihayê avê jî karê cotkariyê zehmettir kir. Yekitiya Avdaniyê ya Bendava Ataturk sala par ji bihayê avê ya bêyî piştevanî wek hezar û 900 lîre diyar kiribû, îsal biha derxist 3 hezar û 100 lîreyan. Bihayê avê yê bi piştevanî jî derxist 2 hezar û 400 lîrayan. Hinek cotkar ji ber lêçûnên wan zêde bûn, berhemên xwe di zeviyan de hiştin. Hinek jî tevî zirara kirine, dest bi komkirina berhemên xwe kirin. 
 
COTKAR BI BERTEK IN
 
Cotkarê taxa Yaslicayê Abdulrezak Denîz anî ziman ku ew îsal armûş çandiye û diyar kir ku ew di dema rakirinê de ji rewşê heyirî maye. Denîz diyar kir ku cotkar di rojên zehmet de derbas dibin û wiha got: “Desthilat hewl dide piştevaniya ziwa a mezot û gubreyê jî bibire. Ev rewş ê cotkaran têxe rewşekî zehmettir. Li vê derê hin cotkar hene ku nikarin biçin nav zeviya xwe. Yên ku 4-5 gundên wan hene ji  vê rewşê bandor nabin. Lê belê ev rewş ji bo cotkarê ku bi keda xwe, xwe bi ser piya digire zilm e. Ne gelek e lê belê qet nebe têrî avdaniya carekê ya cotkar dikir.” 
 
‘BILA PEREYÊ AVÊ NEGIRIN’
 
Denîz bal kişand ser cotkarên ku armûşê diçînin û wiha got: “Serê donimê 2 hezar û 721 lîre diçe avê, 100 hazar lîre diçe gubreyê, 50-70 hezar lîre diçe heqdestê karkeran, hezar û 200- hezar û 300 diçe  heqê bîçerê. Lêçûn zêde ne. Desthilat qet nebe bila heqê avê daxîne asta herî jêr.”  
 
Denîz da zanîn ku ew ji ber sala par ji çandina garis zirar kiriye, îsal qet neçandiyê, axaftina xwe wiha domand: “Sala par ji îsal baştir bû. Ez cotkar im, kareke din nizanim. Me aresteyî qadên cudatir dikin. Ji niha xela dest pê kiriye. Lîtreyekî mazotê bûye 40-45 lîre. Em diçin heya êvarê axê binkol dikin, bi wî pereyî em dikarin kîlo û nîv goşt bistînin. Ma em êdî xelayê çawa bînin ziman?”
 
‘CIWAN JI HERÊMÊ DIÇIN’
 
Hasan Kûrtaran ên ji Taxa Norçînê cotkariyê dike anî ziman ku ew îsal armûş û zebeş çandiye. Kûrtaran wiha got: “Lêçûn zêde ne. Ji ber heqê avdaniyê derket 2 hezar û 400 lîreyan û heqdestê karkeran zêde bû, em neçar dimînin ku cotkariyê biterikînin. Ciwanên li herêma me niha rêwiyên Ewropayê ne. Hilberîn ketiye asta rewestînê.”
 
Kûrtaran diyar kir ku piştevaniya mazot û gubreyê têra lêçûnên avdaniya cotkarê ku armûşê çandiye nake û axaftina xwe wiha domand: “Piştevaniya tê dayîn jî salek şûn de tê dayîn. Cotkar di vê demê de ji berîka xwe dide û dikeve faîzê. Tu wateya piştevaniya piştî salekê tê dayîn jî namîne. Niha dibêjin ketine pergala nû. Me sûdê ji pergala berê negirt. Pergala heyî dibêje ‘hilberînê rawestîne’. Berê bi bihayê kîloyekî genim lîtreyekî mazotê pê dihat lê niha em dikarin 5 kîlo genim lîtreyekî mazotê bistînin. Niha dema berheman e, lê belê em niha difikirin, gelo em kom bikin an nekin?”
 
‘EM JI BERÎKA XWE DIDIN’
 
Cotkarê ji taxa Kepîrcetê Yakûp Arici (51) jî bilêv kir ku ji ber ew zebeş çandiye zirarê kiriye û kom nekiriye. Arici destnîşan kir ku ew li gel zebeş pîvaz jî çandiye ev tişt gotin: “Çandina zebeş mîna qûmarê ye. Salekê diçînî gelek kar dikî, sala din qet pere nake. Dema ez lêçûnên zebeş û pîvazan datînim ser hev, 100-120 hezar lîre pereyê min çû. Lê belê min di pîvazan de jî bi heman awayî zirar kir. Tevî ku min 3 caran zevî derman jî kir, zevî tije giha bû. Di dema komkirina zebeşan de jî bihayê wan daket. Min ji kerba di zeviyê de hişt. Hem zebeş hem jî pîvaz wekî xwe li zeviyê ne. Ez neçar im ku lêçûnan ji berîka xwe bidim. Neçar im ku lêçûnan jî qer bikim.”
 
MA / Ceylan Şahînlî