ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Coşkûn Onaç ku li navçeya Silopiyayê bi çandiniya fistiqên bin erd debara xwe dike bi lêv kir ku krîza aboriyê bandor li fistiqan jî kiriyê û da zanîn ku ji ber krîza aboriyê gelek cotkaran dev ji çandiniya fistiqên bin erd berdaye.
Yek ji navenda fistiqên bin erd jî navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Li navçeya Silopiyayê fistiqên bin erd yek ji çavkaniya debara welatiyan e û taybetmendiya navçeya Silopiyayê ye. Li Botan û Kurdistanê herî zêde çandiniya fistiqên bin erd li navçeya Silopiyayê tê kirin. Zeviyên fistiqên bin erd ku di bin kontarê Çiyayê Cûdî bi heşinahiyayê hatinê raxistin dimenekî xweş derdixîne holê. Fistiqên bin erd bi hatina meha nîsanê ve tên çandin û piştî kedeke mezin di meha payîzê de tên kom kirin. Her wiha fistiqên bin erd yek ji çanvkaniya herî girîng a debara welatiyên herêmê ye. Lê ji ber ku sala par fiyata kiloya di nava erd de ya fistiqan daket 15 TL cotkaran jî zerar kir. Hem ji ber kirîza aborî hem jî ji ber ku maliyeta fistiqan ket piranî cotkar jî neçar man ku dev ji çandiniya fistiqan berdin.
Cotkarê fistiqên bin erd Coşkûn Onaç ê li gundê Bedrû yê di bin kontarê Çiyayê Cûdî de fistiqên bin erd çandine bi lêv kir ku ji ber krîza aboriyê gelek zehmetiyên çandiniya fistiqan hene û anî ziman ku ew nikarin heqê kêda xwe bigrin.
FISTIQ ÇAVKANIYA DEBARÊ YE
Onaç, diyar kir ku ew 15 sal in fistiqan diçînin û debara wan jî li ser fistiqan e. Onaç da zanîn ku ji meha nîsanê û vir ve dest bi çandina fistiqan kirine û wiha got: "Pêşî em erdê ku fistiqan biçînin tapan dikin. Piştre dest bi çandina fistiqan dikin. Piştî çandiniyê mehek-du meh şûnde bi karkeran re giyayê zêde nava erd de diçinin. Piştre ji ber nexweşiyan fistiqan derman dikin. Paşê jî bi avdaniyê em fistiqan digihînin. Bi hatina demsala havîne re jî em dest bi komkirina fistiqan dikin. Hem çandinî hem jî kom kirina wê pir zehmet e. Kedeke mezin jê re divê."
'DIVÊ FIYATA FISTIQAN A NAVA ERD HÊ ZÊDE BIBE'
Onaç, bal kişand kêm bûna fiyata fistiqan a nava erd û got ku bendewariya wan ew e ku îsal bihayê fistiqên nava erd hê zêde bibe. Onaç wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir mirov bi çandiniyê debara xwe dikin. Pembû, ceh, genim û fistiq tên çandin. Hem li Botanê û hem jî li tevahiya Kurdistanê cihê ku herî zêde fistiq tê çandin Silopiya ye. Îro li Silopiyayê fistiq çavkaniya debara xelkê ye. Bihayê fistiqan hêj nehatiye diyarkirin. Weke hilberînerên fistiqan hêviya me ew e ku îsal bihayê fistiqan ê nava erd hê zêde bibe. Ji ber ku sala par fiyata fistiqan ket me nekarî sûdê ji fistiqên xwe bigirin."
'KRÎZA ABORIYÊ BANDOR LI FISTIQAN JÎ KIR'
Di dawiya axaftina xwe de Onaç destnîşan kir ku krîza aboriyê bandor li fistiqên bin erd ên Silopiyayê jî kiriye û got: "Bihayê mazot û gubreyê pir biha bûye. Her wiha motora ku em di nava erd dixebitînin pir bihaye, ji ber wê jî piranî kes nikarin motor bigirin û bi neçarî yên ku motora wan hene bi peran digrin û dixebitînin. Ew jî masrafeke zêde dixwazê. Hem ji ber qirîza aborî hem jî ji ber bihabûnê me sala par pir zehmetî kişandin. Me zerareke mezin kir. Gelek hevalên me yên ku çandiniya fistiqan dikin ji ber ku zerareke mezin kirin dev ji çandiniyê berdan. Dema krîza aborî ew qas kûr nebibû me dikarî bi rihetî bi çandiniya fistiqan debara xwe bike. Lê niha debar jî zehmet bûye."
MA / Mahmût Altintaş