WAN - Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye.
Bajarê Wanê ku di herêma xwe de ji bo bazirganiyê ciheke girîng e, ji aliyê aboriyê ve her ku diçe xerabtir dibe. Wan, bajarekî Serhedê ye û di herêmê de cihê geştê ye. Her sal ji nava welat û ji derveyî welat bi sed hezaran geştiyar bi taybetî jî kurdên rojhilatê Kurdistanê û xelkê Îranê tên Wanê. Bêguman di vê yekê de çanda xwarin û vexwarina Wanê jî bandoreke mezin dike. Lê, rewşa aborî ya welat ku ji ber polîtîkayên desthilatê xerabtir dibe, bandoreke neyînî li ser bajarê wanê kiriye. Di nava salekê de li Wanê nêzî 400 dikanên xwarin û vexwarinê hatine girtin.
‘ESNAF NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa aborî û dikandaran ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ku 13 komên pîşeyî yên girêdayî odeya wan hene û got ku ji ber lêçûnên zêde gelek esnafan deriyên xwe girtine. Işik destnîşan kir ku nêzîkî 400 esnafên girêdayî odeya wan ji sala par vir ve dikanên xwe girtine. Işik sedema vê yekê jî wiha vegot “Ji ber ku lêçûn pir zêde ne, esnaf nikarin debara xwe bikin. Herikîna qasê ji sedî yek e, derketina ji qasê ji sedî neh e. Ev derketina ji sedî neh sedema girtina dikanan e. Weke mînak Bajarê Mezin a Wanê di warê hilberîna nesafî ya navxweyî de di rêza 81’emîn de cih girt. Lê belê Wan bajarê metropolê yê 20’emîn e. Ji aliyê derfetan ve Wan ji bo me bazina zêr e, lê em nikarin vê yekê bi kar bînin. Ji ber vê sedemê jî esnafên me di nava rewşeke dijwar de ne. Îran û Îrak li ber kêleka me ne. Sedema ku esnafên Wanî heta radeyekê bijîn geştiyarên ji Îran û Iraqê tên in”
‘PEREYÊ ZINDÎ NÎNE, ÇEK Û SENED TÊN BIKARANÎN’
Işik destnîşan kir ku ji ber li Wanê razemenî nayên kirin, rewşa bajar her ku diçe xerabtir dibe. Işik anî ziman ku Wan bi dîrok û bedewiya xwe ya xwezayî yek ji bajarên pêşeng e, lê mixabin li vê derê veberhênanek tune. Işik bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Yekitiya Bankeyên Tirkiyeyê, Wan di warê çekên nivîsandinê de li herêmê di rêza yekemîn de ye. Ev tê wê wateyê ku rewşa esnafan qet ne baş e. Pereyên zindî nayên gerguhêz kirin, li bajêr tenê çek û sened tên bikaranîn. Pêwîst e rayedar demildest gavan bavêjin, ev krîz di zûtirîn dem de bi dawî bibe. Ma esnaf ji bo kirê, ji bo mûçe û sîgorta karkeran bixebite, an ji bo xwe têr bike? Berê, gava em diçûn aşxaneyekê an cîhek din, em qet bêyî heval û hogirên xwe nediçûn. Lê niha mirov ditirsin ku durumekê bixwin, ev yek ji bo mirovan bûye luks. Ji ber ku em kar nakin, nikarin pereyê xebatkaran jî bidin. Lewma em nikarin xebatkaran jî bibînin. An jî karmendên ku li cem me dixebitin ji mûçeyên ku distînin hez nakin û neçar in biçin bajarên rojava bixebitin.”
‘3 DERIYÊN SÎNOR HENE, LÊ TENÊ YÊK DI MERIYETÊ DE YE’
Işik diyar kir ku ji ber geştiyar jî êdî pir nayên û nikarin bazirganiyê bikin û wiha pêde çû: “Ji bilî turîzmê tu dahata me tune. Ji ber ku geştyarên tên em dikarin hin karan bikin û mala xwe bi rê ve bibin. Li ser sînor, 3 deriyên têketinê hene, lê tenê yek tê bikaranîn. Çima rê nadin geştyaran ku hem esnaf û hem jî aboriya welêt qezenç bike? Dema mijar dibe bajarên rojhilat destûr nayê dayîn, ji ber vê yekê hemû geştyar diçin rojava. Dema em li salên borî dinêrin otêl, dikanên cilan, aşxane û gelek cihên din qerebalix bûn, lê îsal hema bêje geştyar nînin.”
‘EM HER ROJ BI ZEMÊ ŞIYAR DIBIN’
Huseyîn Akdag ku 30 sal in li Wanê karê lokantayê dike jî diyar kir ku mirov nikare mûqayeseyekê di navbera salên borî û îsal de bike. Akdag bi bîr xist ku dema wî dest bi vî karî kirî, dahatek wî ya pir mezin hebû û anî ziman ku wê demê aborî baş bû. Akdag destnîşan kir ku wê demê jî zem hebû, lê salê carekê dihat kirin. Akdag axaftina xwe domand: “Niha, em hema hema her roj bi zemê şiyar dibin. Em nikarin tiştên ku me duh kirî bi heman bihayê îro danin cih. Sedema ku aborî ber bi xirabûnê ve diçe û welat di vê rewşê de ye, rêveberiya nebaş e. Berê me digot sibê em ê 200 kebab bifiroşin. Lê niha em difikirîn ku dema em sibê dikana xwe vekin em ê karibin 100 kebaban bifiroşin an ne. Em wek esnaf niha rastî rewşeke pir dijwar de ne.”
‘EM MECBÛR IN KU BUHAYÊN XWARINÊN XWE ZÊDE BIKIN’
Akda anî ziman ku ji ber krîza aborî gelek hevalên wî yên esnaf dikanên xwe girtine û diyar kir ku sedem jî zêdebûna lêçûnan e. Akdag da zanîn ku ew mecbûr in ku buhayê xwarinên xwe zêde bikin da ku bikaribin xwe xilas bikin. Akdag, bi lêv kir ku ji xala gel ew van zêdekirinan li gorî daxwaza xwe dikin û bi domdarî ev tişt gotin: “Dema em niha lê dinêrin bihayê 1 kîloyê goşt 600 lîre ye, lewma em nikarin kebabê ji 250 lîreyî kêmtir bifiroşin. Di karê me de hesabên zirav hene, dema em van hesaban dikin û li sîgorta, mûçe, kirêya dikanan dinêrin, jixwe rewş diyar dibe ku em bê fêde dixebitin. Birastî jî esnafên me ji ber krîza aborî ya ku roj bi roj kûrtir dibe di rewşeke pir dijwar de ne. Di nava sal û nîvên dawî de nêzî 300-400 esnafên me deriyên xwe girtin. Kesek ji wan nikaribû debara xwe bike. Niha hûn bifikirin ku rewşa aborî çiqas xerab e.”
‘ÇARESERÎ RAWESTANDINA ŞER E’
Akdag destnîşan kir ku rewşa aboriyê bi polîtîkayên şer ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Behsa polîtîkaya teserûfê dikin. Ma ev polîtîka tenê ji bo gel derbas dibe? Mirov li vir birçî ne, lê dema ku ew diçin bûyerek herî piçûk an jî mizgeftek hêsan, bi wesayîtên bi milyonan diçin. Çima vê teserûfê li xwe nakin? Ev pirsgirêk bi bawerîkirina gel, misogerkirina aştiyê û bêyî ji hev qût kirinê çareser dibin. Na, lê heke ev tişt berdewam bikin, wê rewşa vî welatî roj bi roj xerabtir bibe. Şer û aborî dijberî hev in. Ger şer hebe dê krîz jî çêbibe, ev tê wê wateyê ku şer heye û em ketine ber vê krîzê. Ger em dixwazin aboriya me baş bibe, tekane çareserî rawestandina şer e.”
MA / Bazîd Evren