‘Em bimirin wê karê me jî bimire’

AMED - Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire. 

Zulfu Polat (50) ê li Amedê dijî ji zarokatiya xwe ve dest bi karê çêkirina tiştên ji dar û beran kiriye û hê jî vî karê xwe didomîne. Ew ji dar û textikan kursî, dergûş, sehpe, mase û gelek tiştên çêdike. Di van salên dawî de ji ber krîza aborî û amûr û alavên fabrîkayan bandorek neyînî li ser kar û barên merengozan dike. Li Amedê ji 7 hosteyên ku sedîr ango kursiyên dîwanan çêdikin, yek jê jî Zulfu Polat e. Hoste dibêje ku her roja diçe karê wî kêm dibe. 
 
Zulfu Polat
 
JI ZAROKATIYA XWE VE VÎ KARÎ DIKE 
 
Polat diyar kir ku sala 1988'an de di 14 saliya xwe de dest bi karê merengoziyê kiriye. Polat amaje bi wê yekê kir ku piştî çêkirina kursiyan wî dest bi çêkirina sedîr ango kursiyên dîwanan kiriye û got ku ew sedîrên ku çêdike difiroşe çar aliyên welêt. Polat diyar kir ku ew darên gûz an jî tûyan di çêkirina sedîran de bi kar tîne. 
 
Polat diyar kir ku di salên dawî de bi zehmetî debara xwe dike û ji ber vê yekê nikare şagirtekî jî li cem xwe bide xebitandin û wiha got: “Dema ku em bi xwe nikaribin debara xwe bikin, em nikarin kesekî jî bigirin. Jixwe bi vî awayî jî ciwan nayên li cem me naxebitin. Ji ber vê yekê min kurê xwe hîn kir. Lê kurê min niha li Antalyayê di otêla turîzmê de dixebite. Em nifşê dawîn in ku vî karî dikin. Em bimirin wê karê me jî bi me re bimire.”
 
DI ROJEKÊ DE DU SÊ HEB TÊN ÇÊKIRIN
 
Polat behsa çêkirina sedîr û bihayê wan kir û got: “Sedîrek yek metreyî bi 3 hezar û 500 lîreyî ye, ya 2 metreyî jî bi 8 hezar lîreyî tê firotin. Em di rojekê de herî zêde du sedîran çêdikin. Ji ber ku em vernîk dikin û du sê qat boyaxê lê dixin, em dikarin herî zû di 3 rojan de 2 sedîran ji mişterî re amade bikin. Dema em biha dikin jî mişterî gazinan dikin.”