Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin

ÎDIR - Cotkarên Îdirî diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde êdî nikarin zebeş û petêx biçînin û wiha wiha gotin: “Li nav zeviyê kîloya wan bi 2 TL’an ji me dikirin lê li marketan bi 10-15 TL’an difiroşin. Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin.” 

Herêma Serhedê herêmeke sar e lê dîsa jî ji ber avhewayê xwe gelek fêkî û zebze lê çêdibin. Her wiha çandiniya petêx û zebej jî li Îdirê zêde heye. Her sal derdora 40-50 hezar tonên zebeş û 25-30 hezar tonên petêx li Îdirê tên firotin. Cotkar, dibêjin ku lêçûn pir zêde ne û neçar dimînin ku berhemên xwe bi erzanî bifiroşin. 
 
‘HEKE WIHA BIDOME EZ Ê DEV JI KAR BERDIM’ 
 
Ramazan Îk, da zanîn ku nêzî 20 sal in cotkariyê dike û dibêje ku nikare heqê gubre, mazot, derman, neqliye û karkeran bide. Îk, wiha domand: “Her tişt pir biha ye. Em 100 donimên erdî diçînin û derdora milyonek lêçûnên wê çêdibin. Lêçûnên me ji qezencê zêdetirin. Ji bo firotinê em tenê bi Îdirê re bisînor namînin. Em dibin bajarên Wan, Agirî û Colemêrgê jî. Lê heqê neqliyeyê zêde ye lewma em zirar dikin. Heqdestê 2 karkeran ê rojekî 3 hezar TL ye. Li hêla din heqê wesayît, avdan, sondaj, ceyran û hwd. hene. Weke mînak; dema cotkarek 25 tonên zebeşan dibe Erziromê, herî kêm 30 hezar TL jê tê xwestin. Heke wiha bidome ez ê dev ji vî karî berdim. Ji xwe ev çendek sale bi dehan cotkaran dev ji karê xwe berdan.” 
 
'LI NAV ZEVIYAN BI 3 TLAN LI MARKETAN DERDORA 10-15 LÎREYAN E’ 
 
Di berdewamê de Îk diyar kir ku ew derdora saet di 04.00’ê de dest bi çinînê dikin û berhemên xwe bi wesayîtan vediguhêzin bazaran. Îk, wiha domand: “Bihayê zebeş a li nav zeviyan dedora 2 lîre û 2 qirûş e. Zebeşê ez bi 3 TL’an dişînim Agiriyê, li marketê bi 10-15 TL’an tê firotin. Weke ku li vir jî tê dîtin, ne cotkar ne jî hilberîner, tenê market qezenc dikin. Li gel vê, xwediyên marketan ji bo bi erzantir bikirin, dibêjin ‘rengê zebeş û tehma wî xweş nîne.’”
 
‘DIVÊ KESÊN BIRÊVE DIBIN BIGUHERIN’ 
 
Îk, anî ziman ku sedema zêdebûna lêçûnan bihayê mazotê ye û wiha pê de çû: “Li bendergehan lîtreya mazotê bi 10 TL’an tê dayin lê bi 44 TL’an difiroşin me. Em li vir rojane 200 lîtreyên mazotê dikirin. Ji bo traktor, sondaj û hwd. 100 lîtreyên mazotê diçin. Her varîlekê mazotê bi 9 hezar TL’an e. Çareserî ew e ku yên me birêve dibin biguherin. Divê baca di mazotê de kêm bibe û piştgiriyê bidin cotkaran da ku bikarin hilberînin. Nexwe cotkarî namîne.” 
 
'DEWLETÊ COTKAR KUŞT’
 
Kîrmen Donmez ê hem cotkariyê dike hem jî berhemên xwe li ser dezgehan difiroşe jî got ku tu alîkarî ji bo cotkaran nayê kirin. Donmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sala ye em vî karî dikin. Lê dewlet alîkariyê nade. Dewletê cotkar kuşt. Kîloya petêx 10 sal berê bi 2 TL2an bû û hêj jî 2 TL ye. Di her hilbijartinê de dengan dixwazin û dibêjin ‘em ê alîkariyê bidin cotkaran.’ Dibêjin ‘em soza xwe ji bo vî welatî didin.’ Lê tiştek li holê nîne. Ez sê mehan dixebitim lê nikari deynê tov û avê jî bidim. Em kîloya wan bi 2 TL’an difiroşin lê market bi 10 TL’an didin. Venêrînek tune ye. Yên ku 24 saetan tevî zarok û jinan dixebitin, ked didin û digirîn em in lê yên tiştek di dest nîne jî her em in. Ma ev dê heta kengî wiha be? Ez tevahiya petêxên di wesayîta hespî de bifiroşim, nikarim tenekeyekê rûnî bikirim.” 
 
'JI BO DEYNÊ XWE BIDIM EZ Ê SEWALÊN XWE BIFIROŞIM’ 
 
Tahir Kulen jî ev nêzî 4 sal in çandiniya petêxan dike û dibêje ku îsal ji piyasayê memnûn nîne. Kulen, wiha got: “Êdî petêx pere nake û cotkarên wê mexdûr dibin. Kîloya petêx bi lîreyek û 50 qirûşan e. Di traktorekê de 3 ton hene û herî zêde bi qasî 4-5 hezar lîreyan diçin. Par hêj baştir bû lê îsal me bi temamî zirar kir. Ne tenê petêx, dexl, ceh û ûnce jî pere nakin. Ji bo avdana zeviyê DSÎ ji bo her donima erd 500 lîreyan distîne. Cotkar nikare heqê avê bide. Ji ber polîtîkayên xelet ên dewletê, cotkarî xelas bû. Min 12 donimên petêxan çandin. Zêdetirî 50 hezar TL min mesref kir. Lê min hêj 30 hezar lîre pere qezenc nekiriye. Dinya xira bibe ez ê herî zêde 40 heza r TL’an qezenc bikim. Ji ber ku petêx pere nake. Ez nikarim deynê xwe bidim. Em ê sewal û zeviyên xwe bifiroşin da ku deynên xwe bidin.” 
 
'ENCAMA POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ NE’ 
 
Welatiyê bi navê Ozcan Kizildag jî karê komîsyonê dike û dibêje 30 zal in bi vî karî ve mijûl e. Kizildag, wiha dibêje: “Rewşa cotkaran li gorî salên berê gelek xerab e. Gelo ma dê cotkar vî pereyî bide karkeran, dê bide traktorê yan gubre û dermanan? Par kîloya petêx bi komî 8 TL’an bû û heqdestê karkeran ê rojane jî 400 TL bû. Niha em bi 2 TL’an dikirin û yewmiyeya karkeran jî bûye hezar TL. Bihayê her tiştekî derdora ji sedî 200-300 zêde bûye lê bihayê petêxan ji sedî 75-80’ê kêm bûye. Ev jî encama polîtîkayên hikûmetê ne. Heke cotkarek nekare bi kîloyeke petêx nanekê bikire, wê demê ew cotkar miriye. Nan bi 8 TL’an e lê petêx bi 2 TL2an. Kîloyeke genim niha bi 7 TL’an e. Niha li vir kîloya petêx bi 2 TL’an tê kirîn û ez ê li Avkevirê bi 4 TL’an bifiroşim. Dê lîreyek û 500 qirûş ji bo mazotê biçe. Ma bi pereyê din ez parçeyan bikirim, xwarinê bixwim yan bidim heqê lastîkan. Em cotkar di rewşeke perîşan de ne.”
 
'PIRSGIRÊK ERDOGAN E’
 
Ji kesên karê komîsyonê dike Cabbar Mekan jî berteka xwe wiha nîşan da: “Em kîloya petî bi lîreyek û 50 qirûşan dikirin û bi lîreyek û 75 qirûşan difiroşin. Cotkarên Îdirê perîşan bûne. Erdogan cotkar kuşt. Em dikirin û kar dikin lê dilê me dimîne bi cotkaran ve. Sedema vê jî mazot û neqliye ye. Neqliyeya vê wesayîtê 10 hezar TL ye. Lîtreya mazotê bi 47 lîreyan e lewma rewş ev e. Ji hêla wijdanê ve em xwe nerihet hîs dikin ji ber ku cotkar heqê keda xwe wernagire. Sedema herî mezin a vê vê rewşê jî Erdogan e.”