SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin

ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Nazan Karacabey diyar kir ku li nexweşxaneyan klîma naxebitin, tamîra wan nayê kirin û got: “Ji ber tevdîr nayên girtin em birîndar dibin û dimirin.” 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) li navenda xwe ya li Enqereyê têkildarî şert û mercên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê û tundiya li qada tenduristiyê civîna çapemeniyêl i dar xist. Hevseroka Giştî ya SES’ê Nazan Karacabey daxuyanî da û diyar kir ku li gelek nexweşxaneyên Tirkiyheyê klîma naxebitin û an jî tamîra wan nayê kirin û ev jî ji bo nexweş û xebatkarên tenduristiyê dibe rîskek mezin. 
 
'ZEXTAN LI RÊVEBERÊN ME DIKIN’ 
 
Karacabey anî ziman ku rêveber û nûnerên SES’ê her çiqas pirsgirêkan tînin ziman û çareseriyê dixwazin jî bi zextan re rû bi rû dimînin û got: “Rêveberên me her çiqas daxwaznameyan didin yekîneyên ewlehiya tenduristiya kar jî lê li ber çavan nayê girtin. Yekîneyên rêveberên me tê guhertin û tê xwestin bêdeng bimînin. Li kargehên me ji ber ku ewlehiya karkeran û kar nayê girtin, xebatkar ya birîndar dibin an jî em dimirin. Mevzuata têkildarî Qanûna Tenduristiya Kar û Ewlehiyê nayê sepandin. Piştî qezayên kar û cînayetên kar, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî wezîfeyên xwe nakin û kes bedela xeletiya ku dike nade. Jixwe sendîkaya alîkar jî wek ku hûn dizanin. Bila gelê me baş bizanibe ku berpirsiyarê vê pergalê ne kedkar in. Berpirsiyar diyar in. Ji bo pergala tenduristiyê were guhertin, em neçar in ku hemû bi hev re daxwazên xwe ji desthilatdariyê re bêjin.” 
 
Karacabey her wiha hin pirsgirêkên li qada tenduristiyê yên li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê di navbera 10’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de qewimîne anî ziman.