Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir

img
WAN - Ji ber fiyetên zêde yên ji bo turîstan û muameleya xerab a li ser sînor, hejmara turîstên ji Îranê tên Wanê kêm bû. Li gorî turîzmvanan heke hejmara turîstan hêj kêmtir bibe dê bandoreke nebaş li aboriya bajar bike. 
 
Di salên dawî de yek ji bajarên herî zêde turîstên îranî tên serdanê Wan e. Turîst, bandoreke mezin li aboriya Wanê dikin. Lê belê îsal hejmara turîstên îranî kêm bû. Gelek turîstên bi rêya deriyê sînor tên Wanê, berê xwe didin bajarên cuda. Ji ber nêzikatiyên peywirdarên li deriyê sînor û “terîfeyên taybet” ên li dijî turîstan, hejmara turîstan her ku diçe kêm dibe. 
 
Yek ji deverên turîstîk ên bajar Girava Axtamarayê ye û bihayê çûna giravê 60 lîre ye. Lê belê dema turîstên îranî tên, derdora 14 euro (derdora 500 lîreyan) jê tên standin. Her wiha li hinek hotêlên bajar heqê mayinê ji turîstên îranî li ser kurê tê wergirtin. 
 
Li hêla din turîst bi saetan li deriyên sînor tên sekinandin. Di rojên germ û yên barîn heyî de turîst demekî dirêj tên sekinandin û ev yek jî rê li ber berteka turîstan vedike. 
 
MUAMELEYA XERAB A LI DERIYÊ SÎNOR
 
Ji turîzmvanan Mûrat Beyaz bal kişand ser pirsgirêkên li deriyê sînor diqewimin û wiha got: “Yên ku carekê ji wir derbas dibin naxwazin êdî careke din werin. Ji ber ku muameleyeke însanî tune ye. Yên tevî zarok û hevjînên xwe tên, pirsgirêkên cidî dijîn. Li deriyê sînor dikevin pêşbirkê heta derbas dibin. Dema diçin jî heman pirsgirêkê dijîn. Turîstên îranî ji xwe li welatê xwe li her qadê girtî ne û dixwazin li vir hinek bêhn bistînin. Heke em derfeta wê ji wan re neafirînin, wê demê tu wateya hatina wan namîne. Hinek kom jî propagandaya ‘dîn û îman ji dest çû’ dikin. Ev rewş, turîstan dixe nava tirsê.” 
 
Beyaz, wiha domand: “Pîşesazî, çandinî û sewalkarî hema hema li Wanê qet nema ye. Di destê me de tenê turîzm maye. Xerabiya li deriyê sînor tê kirin di lûtkeyê de ye. Jixwe hatin û çûnên bi rêya hewayî qet nîne. Li ser sînor xelk mîna keriyên pez tên sekinandin. Hêrsa memûrekî tê, hêrsa xwe ji turîstî derdixîne. Li gorî keyfa xwe derî vedikin. Turîst, kesên hesas in. Ji bo keyf, bêhnvedan û betlaneyê tên. Lê ji ber tiştên li ser sînor dijîn, poşman dibin.” 
 
ZÊDEBÛNA FIYETAN 
 
Di berdewamê de Beyaz bal kişand ser zêdekirina fiyetên tiştan û ev tişt anî ziman: “Ev yek bandoreke mezin li turîstan dike. Hinek kes bihayê tiştan pir zêde dikin. Turîstên îranî hefteyek berê dihat bi 100 lîreyan li hotêlê dima, hefteyek piştre bi 200 lîreyan dimîne. Dema vê rewşê dibînin jî dikevin hîsa xapandinê. Piyasaya turîzmê û bajar di rewşeke pir zehmet de ye. Hema hema sezon xelas dibe lê hêj tu tesîsên me ji sedî sedî tije nînin. Salên berê em derdikevin ser kapasîteya heyî. Carnan li hotêlan cih nedima me ew dibirin malên xwe. Ev kargeh dê di zivistanê de pir zehmetiyê bikişînin.”
 
Beyaz, got ku di turîzmê de ya girîng domdarîbûn e û wiha derbirî: “Heke tu bikarî kesên hatin dîsa bînî, wê demû tu serkeftiyî. Heke turîst tenê carekê bê, wê demê dê tu dê xerc bikî. Lewma divê deriyên sînor bên sererastkirin. Li bajar pirsgirêka bêîstîqrariya fiyetan jî heye. Divê em bi qezencekî kêm bikin ku pir zêde turîst bên. Ji bilî turîzmê tu şensê vî bajarî nîne. Divê em xwedî li turîstan derkevin. Divê organîzasyonên ku bikin turîst dîsa vegerin bên lidarxistin. Wê demê dê bajar hinek jî be bêhn bistîne.” 
 
BANDORA KRÎZA ABORÎ
 
Xwediyê hotêlê Gokhan Yilmaz jî heman pirsgirêk rêz kir. Yilmaz, bal kişand ser muameleya xerab a li deriyê sînor û got: “Li wir nirx nadin mirovan. Cihekî mirov bikarin destên xwe lê bişon jî tune ye. A rast tişta li wir diqewime rezalet e. Lewma hejmara turîstan pir ketiye. Ya din jî tîşorteke ku turîstekî par bi 50 lîreyan distand îsal bûye 400 lîre. Ev jî têkildarî krîza aboriyê ye. Em neçar man ku taştê zêde bikin. Hem xwediyên hotêlan fiyetan biha dikin hem jî esnaf li gorî serê xwe fiyetan didane. Lewma îraniyê carekê hatiye naxwaze êdî were. Par hotêlên me ji sedî sed tije bûn lê îsal hinek hotêl ji sedî 50 jî tije nebûne. Me debara xwe bi turîstan dikir lê hejmar kêm dibe û ev dê me bide zorê.” 
 
'MALÊN TIRK LI ÎRANÊ ERZANTIR IN’
 
Ji turîstên îranî Shiva Strezade got ku 2 roj berê hatiye Wanê û ji ber muameleya li deriyê sînor bi gazinc bû. Strezade, ev tişt anî ziman: “Me li wir pir zehmetî kişandin. Kontrola polîsan tune bû û her kesî hev kaş dikir. Çendek saetan piştre me karî bikevin hundir. Bi sedan kes li benda derbasbûna sînor bûn lê karûbar nedihat kirin. Dema mayina me ya li ber derî, ji ya hatine me ya ji Tebrîzê dirêjtir ajot. A din jî li dijî îraniyan pir bêhurmet nêz dibûn. Li hêla din fiyetên li kargehan pir zêde bûne. Tişta ecêb ew e ku malên tirk ên li Tebrîzê tên firotin, ji yên li vir erzantir in. Anku ev der bi rastî jî pir biha ye. Dema îraniyan dibînin fiyetan zêde dikin. Dema em dixwazin hinek erzan bikin jî qet li rûyeê me nanihêrin. Gelek îranî ji bo danûstandinê tên vir lê ji ber bihabûnê kesek nikare tiştekî bikire. 
 
Heke ji bo keyf û şahiyê bên wê demê pirsgirêk nîne. Lê ji bo danûstandinê nayêm vir. Ji ber bihabûnê min nekarî ji xwe re tiştekî bikirim. Her kes wisa difikire. Tu ji kê bipirsî dibêje ‘Ez ê êdî neyêm vê derê.’ Lewma turîst êdî vê derê tercîh nakin.” 
 
MA / Ozlem Yacan