Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin

img
ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê ji bo heqê rêyan ji sedî 30 zem hate kirin. 
 
Ji bo heqê rê yê navenda Şirnexê û navçeyê wê yên Cizîr, Basa, Hezex, Silopiya, Qileban û Elkê zem hate kirin. Li ser serlêdana odeyên pîşeyî yên girêdayî Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şirnexê, ji bo heqê rêya navbera navçeyan zem hate kirin. 
 
Bi zema dawî re heqê rêyan wiha ye: 
 
* Şirnex - Cizîr: 80 TL
 
* Şirnex - Silopiya: 120 TL
 
* Şirnex - Qileban: 90 TL
 
* Elkê - Cizîr: 250 TL
 
* Silopiya - Xabûr: 20 TL
 
* Silopiya - Cizîr: 70 TL
 
* Cizîr - Hezex: 60 TL
 
* Cizîr - Basa: 100 TL