Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin

STENBOL - Aborînas, Îzzettîn Onder bi lêv kir ku krîza aborî ya Tirkiye di nav de ye veguheriye rewşeke kronik û anî ziman ku anî ziman ku bi polîtîkayên ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin re derketina ji krîzê ne pêkan e.
 
Li gorî daneyên meha Hezîranê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê derket 18 hezar û 978 lîreyî, sînorê xizaniyê jî derket 61 hezar û 820 lîreyî. Rayedarên desthilatê jî peyam didin ku mûçeyê kêmtirîn ê 17 hezar û 2 lîreye û li hember enflasyona zêde dibe heliya û mûçeyê teqawîdan ê 10 hezar lîre ye zem nayê kirin. Krîza aboriyê ya ji ber bilindbûna enflasyonê xizaniyê kûrtir dike û hikumet jî bi polîtîkaya xwe ya “bisînorkirina lêçûnan” hêvî dike ji krîzê derkeve. 
 
Aborînas Îzzettîn Onder bi lêv kir ku di asta ku krîz hatiyê de “veguheriya rewşeke kronik” û gavên ji bo derketina ji krîzê tên avêtin jî bi gotinên “Mixabin tablo neyînî” ye şirove kir. Onder, anî ziman ku zem nekiriya mûçeyê kêmtirîn rast e rast girêdayî vê tabloyê ye û wiha got: “Mûçeyê kêmtirîn çima nehate zêdekirin? Dema mûçeyê kêmtirîn hate zêdekirin, belê kedkar dê piçekê rehet bibin lê karsazên ku ji vê yekê sûdê digirin dê mûçeyê kêmtirîn ê were zêdekirin dê ne ji qezenca xwe bidin û bihayan zêde bikin. An ku gotina ‘mûçeyê kêmtirîn enflasyonê çêdike’ diyardeyeke ku divê neyekser bê nirxandin. Ji ber ku dema mûçeyê kêmtirîn hate zêdekirin, patron û şîrket weke maliyetên kargehê zêde bûne fêm dikin. Ji ber vê yekê zêdekirina fîrmayan a bihayên wan weke enflasyonekê derdikeve pêşberî me. Ji ber vê yekê heta ku enflasyon hebe mûçeyê kêmtirîn zêde nakin.”
 
 
Aborînas, Îzzettîn Onder
 
 
‘ABORIYA TIRKIYEYÊ BÊXÊRÛBER E’ 
 
Onder, bal kişand ku Tirkiye ketiye nava deynan û di nava xwe de gelek sedemên vê deynkirinê hene û got: “Aboriya tirk, aboriyeke bêxerûber e û Tirkiye deynekî gelek zêde dide. Budçeya Tirkiyeyê her tim kêmiyê dide û ev ferq jî her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkeke bi vî awayî heye. Belê AKP’ê karên cidî nekirin, lê ev ne tenê xetaya AKP’ê ye. Bernameya 2000’î bernameya bêsenayî hiştina Tirkiyeyê ye lê ev paşvemayîn nexweşiyeke kronik a ji demên berê tê ye. Lê desthilateke bûrjûvazî nikare vê yekê bike, ji ber ku her tim ewilî li sermayayê dinêre. Sermaye jî li veguhestina çavkanî dinêre tevî ku çavkanî tê veguhestin nikare li berhemdariyê binêre. Ji ber ku sermaye ne ji bo gel ji bo xwe mezin bike dixwaze. Ji xwe hikumet her tim avantajeke bacê dide wan, ji ber wê yekê çima berhemdariyê zêde bike. Ji xwe berovajiya polîtîkayê ji vir tê. Ev ne polîtîkayeke aboriyê ye. Ev polîtîkaya bûrjûvaziyê, polîtîkaya kedxwariyê ya dewletê ye.”
 
DI HUNDIR Û DERVE KEDXWARÎ!
 
Onder, îşaret kir ku Tirkiye ji berê ve di pozîsyona welatî kedxwar de ye û fatûreya navxweyî ya kedxwariyê îro li kedkaran tê birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di qadeke kedxwar de ne û dema ked tê xwarin em jî li hundir keda kedkaran dixwin. Ji ber wê yekê gel wiha perîşan e. Dîsa em bi heman awayî xwezaya xwe talan dikin. Hewce heye ku îro li Tirkiyeyê destûra lêgerîna madena bidin zêdetirî sedan şîrketên biyanî? Ev hemû mêtîngeriyeke.” 
 
‘TIRKIYE NIKARE DEWLEMENDIYÊ HILBERÎNE’ 
 
Onder, diyar kir ku ji ber kûrbûna krîza aboriyê ya heyî , hikumet hewl dide bi polîtîkayên şer û gotinên bekayê xwe li ser piyan bihêle û wiha domand: “Her desthilat, dijmin û bûyerekî nîşan dide û li dora bûyerê projeya xwe ava dike. Hemû mesele entegrasyona bûyer an jî dijmin a bi gel re  ye. Heke desthilat bi gel re entegre nebe bûyer bêbandor dibe û desthilat têk diçe. Lê heke dijberiya gelan were domandin ev tişteke xelet e. Mînak tayînkirina qeyûm a li îradeya gel xelet e. Binêrin Swîsre 3 zimanan bikartîne, ev tişteke xelet e. Ji ber ku derdê kesekî yê wiha nîne. Dema em li Amerîkayê dinêrin ji eyaletan pêk tê. Her yekî aleke cûda heye, lê kes jî venaqete. Ji ber ku herkes diçe dewlemendiyê. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê nehilberîna dewlemendiyê ye. Dema dewlemendî hilberand ev pirsgirêk dibe were çareserkirin.”
 
Onder, destnîşan kir ku di demekî kurt de başbûnek çênabe, qala banga muxalefetê ya hilbijartina pêşwext kir. Onder, axaftina xwe wiha domand: “Hilbijartin di bin fermana AKP’ê de ye, ji ber wê yekê AKP xwe bi hêz nebîne hinekê zor e. Dema xwe xurt dît dibe ku ew jî bixwaze. Ji ber ku niha qels bûye û dibe ku bi hilbijartinê bixwaze jinûve bihêz bibe. Lê di vê tabloya niha de ne pêkane ku rewşa kedkaran, gelê destteng di demekî kurt de baş bibe. Mînak dewlet niha li ser sermayeyê divê hinek bac girtibûya lê negirtinê tercih dike. Dîsa li cemaweriyê îsrafeke zêde hey. Divê ev asta îsrafê teqez were astengkirin. Lê ev ne tiştên ku siyasî çareser bikin e, divê bi qanûnê bên çareserkirin. Çawa ku kêmkirina mûçeyên karker û kedkaran derfeteke nû dide wan ku bikevin nava tevgerê û hişyariyê bidin wan, hêvîdar im ku gendeliyek bi vî rengî ya siyasetê wê derfetê bide gelê me ku hişyariyê bilind bike.”
 
MA / Îbrahîm Irmak