Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!

WAN - Esnafên li Sûka Sehefan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin pirtûkan bifiroşin û wiha gotin: “Ji ber krîza aborî êdî kesek nikare pirtûkan bikire û bixwîne.” 
 
Daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî (MEB) nîşan didin ku rêjeya xwendina pirtûkan a li Tirkiyeyê kêm e. TUÎK’ê di 24’ê tîrmeha 2023’yan de rapora “Modula Qelîteya Jiyanê ya 2022’yan” parve kir. Li gorî raporê; li Tirkiyeyê ji her 4 kesan 3 jê pirtûkan naxwîne. 
 
Lê belê pirtûkfiroş dibêjin ku sedema rêjeya kêm a xwendina pirtûkan krîza aborî ye. 
 
Pirtûkfiroşên li Sûka Sehefan a li Rêya Armûşê ya Wanê ji ber krîza aborî bi gilî û gazinc in. 
 
'EM ÊDÎ NIKARIN ZIKÊ XWE JÎ TÊR BIKIN’ 
 
Ji pirtûkfiroşan Erdal Genes anî ziman ku ji beşên Mamostetiya Komputerê û Ewlehiya Kar mezûn bûye lê ji ber ku tayîna wî nehatiye kirin dest bi pirtûkfiroşiyê kiriye. Genes ê ku ev 4 sal in li sûkê pirtûkan difiroşe, wiha got: “Kurxalê min pêşniyar kir ku ez pirtûkan bifiroşim. Ew jî mamoste ye lê nehatiye tayînkirin. Bi demê re min ji karê firotina pirtûkan hez kir. Lê belê ji ber krîza aborî karê min roj bi roj xerab bû. Hêj xerabtir dibe. Em êdî hatine wê astê ku nikarin zikê xwe jî têr bikin.” 
 
BIHAYÊ PIRTÛKAN JI SEDÎ 500 ZÊDE BÛ
 
Bi domdarî Genes diyar kir ku weşanxane êdî bûne tekel û ev tişt anî ziman: “Bihayê pirtûkan sal bi sal zêdetir dibin. Em jî pirtûkan ji weşanxaneyan dikirin lewma bihayê pirtûkan zêde ye. Pirtûka ku xwendekarekî par bi 40 lîreyan dikirî îsal nikare bi 200 lîreyan bikire. Bihayê pirtûkan ji sedî 500 zêde bûne. Xwendekar nikarin pirtûkan bikirin. Ev yek jî bandorê li ser karê me dike û êdî kes nikare pirtûkan bixwîne. Êdî tu tehm di vî karî de nehiştine. Aliyekî erênî yê sehefan ji bo xwîner û xwendekaran heye. Qet nebe pirtûkan bi pirtûkên nû pev diguherînin. Bi bihayekî erzan pirtûkan dikirin.” 
 
'CARNAN EM ROJÊ NIKARIN TENÊ PIRTÛKEKÊ JÎ BIFIROŞIN’ 
 
Di berdewamê de Genes diyar kir ku gelek sedemên nefirotina pirtûkan heye û wiha pê de çû: “Hem şert û mercên aboriyê hem jî firoşkariya li ser înternetê bandorê li me dike. Di pêvajoya pandemiyê de pirtûk li ser înternetê hatin firotin. Di vê pêvajoyê de profîla xwîneran guherî. Lewma her sal em ji sala bertirê xerabtir in. Weke pirtûkfiroşan lêçûn û hatinên me hev nagirin. Heqê xwarinê rojane 250 lîre ye. Ev jî mehê dike 7 hezar û 500 lîre. Li gel vê, heqê kirê û lêçûnên cuda hene. Lê belê roj hene ku em yek pirtûkê jî nafiroşin. Demsala havînê ji bo me hinek nebaş derbas dibe. Em di mehên îlon û kanûnê de çi bifiroşin, hema ew e. Ji meha remezanê heta niha me nekarî bi rast û dirûstî karekî bikin.” 
 
Genes, daxuyand ku piraniya mişteriyên wî xwendekarên zanîngehê û dibistana amadehî ne. Genes, wiha got: “Êdî kirîna pirtûkên hêj nehatin bikaranîn, ji bo xwendekarekî luks e. Di her malbatekê de çendek xwendekar hene. Ma kesekê debara xwe bi kêmtirîn mûçeyê dike dê çawa pirtûkan bikire? Heta hine kes di bin kêmtirîn mûçeyê de dixebitin. Heke dewlet hinek alîkariyê bide weşanxaneyan dê bihayê pirtûkan bikeve. Bi vê yekê re hem xwendekar hem jî xwîner dê hinek rehet bibin.” 
 
Mûrat Turgut jî got ku karê seheftiyê 20 sal berê ji hêla kekê wî yê civaknas ve hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Piştî birayê min weke memûr hat tayînkirin, min ev kar dewr girt. Ev bû 10 sal ez karê seheftiyê dikim. Di salên dawî de ji ber krîza aborî gel nikare mîna berê pirtûkan bikire. Danûstandina li ser medyaya dijîtal bandorê dike. Em ji bo pirtûkên tên heqê kargoyê didin. Ev jî dike ku bihayê pirtûkan zêdetir bibe. Ê dema xwîner bihayê pirtûkên li vir û yên li ser înternetê dide berhev, yên li ser înternetê ji bo wan guncavtir dibin. Ev jî bandoreke neyînî li karê me dike.” 
 
'HINEK KESAN PIRTÛKXANEYÊN XWE FIROTIN’
 
Turgut, da zanîn ku sê sal berê mirovan dikariyan pirtûkekê bi 5 lîreyan bikirin lê niha bihayê wê derketiye 120 lîreyan. Turgut, axaftina xwe wiha qedand: “Dema rewş wiha dibe, xwendekar li şûna 5 pirtûkan bikirin, tenê yekê dikirin. Xwendekar hatine wê astê ku nema dikarin pirtûka dixwînin dîsa deynin pirtûkxaneyê. Divê pirtûka dixwîne dîsa bibe pirtûkxaneyê lê ji ber bêperetiyê yan difiroşe yan jî bi pirtûkeke din re pev diguherîne. Heta em rastî wan kesan hatin ku pirtûkên li pirtûkxaneya xwe tînin û difiroşin. Heke dewlet alîkariyê bide weşanxaneyan, dê bihayê pirtûkan jî erzan bibe.” 
 
MA / Mehmet Guleş