Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê yên daxwaza “edaleta bacê” kirine ji Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek vê pirsê kirin, “Hûn ji berîka gelê xizan bi darê zorê çavkaniyên derdixin û didin şîrketên ku karên mezin bi dest dixin, hûn ê kengî dest ji vê yekê berdin?” 
 
ANTALYA 
 
Şaxa Antalyayê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê çalakiya xwe ya dikeve hefteya 17’emîn li pêşiya Midûriyeta Tenduristî ya navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê. Hevserokê Şaxê Dr. Kaan Taşer di daxuyaniyê de da zanîn ku sînora birçîbûnê 18 hezar û 979 lîre, mûçeya kêmtirîn jî 17 hezar û 2 lîre ye. Taşer bertek nîşanî mûçeya kêmtirîn a di bin sînorê birçûbûnê de tê dayîn da. 
 
Taşer van pirsan ji Wezîr Şîmşek pirsîn: “Em nizanin bê ka ji kê bac tê stendin û ji Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşet vê pirsê kir: “Hûn ji berîka gelê xizan pereyan bi darê zorê distînin û di bin navê lêçûnên bacê, didin şîrketên karekî mezin bi dest dixin, hûn ê kengî dest ji vê yekê berdin. Hûn ji nexweşxaneyên taybet ji sedî 10, ji nexweşxaneyên bajar tu bacê nastînin; lê belê ji bijîşk û hemşîreyên li van deran de dixebitin ji sedî 35 bacê distînin. Hûn ê kengî dest ji vê yekê berdin. Em dibînin ku gel xizan bûye û êdî nikare li ber xwe bide. Li şûna baca li ser pişta gel zêdekirinê, em di bacê de edaletê dixwazin. Gelo hûn ê di Meclisê de edaleta bacê pêk bînin?”
 
EDENE
 
Şaxa SES’a Edenê û Odeya Bijîşkan a Edeneyê li pêşiya Navenda Tenduristiya Malbatê ya Fatîhê daxuyanî dan. Kesên ku tev li daxuyaniyê bûne ji bo bertek nîşanî barana bacê bidin sîwanên xwe vekirin. Sekreterê Komîsyona Bijîşkên Malbatê ya Odeya Bijîşkên Edeneyê Dogan Barbaros xwest ji xebatkar û xizanan bac neyê stendin.