Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike

img
STENBOL- Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Asalettîn Arslanoglû ku bertek nîşanî biryara ku wê meaşê kêmtirîn havînê neyê zêdekirin, diyar kir ku tercîha deshilatê zengîn in. 
 
Desthilat, wê di meha tîrmehê de meaşê kêmtirîn ê bi milyonan karker û kedkaran zêde neke. Wezîrê Ewlehiya Xebatê û Civakî Vedat Işikhan, daxuyand ku wê di meha Tîrmehê de meaşê kêmtirîn zêde nekin. Nûnerê Herêmê yê Konfederasyona sendîkayên Karkerên Şorşeger (DÎSK) Asalettîn Arslanoglû vê biryarê wekî "wehşetê" nirxand. 
 
Arslanoglû anî ziman ku desthilat ji bo bêtir pereyan ber bi sermayedaran bişîne vê biryarê girtiye û got ku armanca desthilatê ew e ku sermayedaran zengîntir bike. Arslanoglû got: "Li karkeran tê ferzkirin ku bi vî meaşî zarokên xwe xwedî bikin û debara mala xw ebikin. Ev, wehşet e. Wezîrê Xebatê û desthilat hay ji vê hene, lê tercîha wan zengîn in." 
 
'DIVÊ 4 CARAN BÊ BIHAKIRIN'
 
Arslanoglû anî ziman ku ew wekî DÎSK ji ber enflaysonê dixwazin meaşê kêmtirîn salê 4 caran bê bihakirin û bibîr xist k mealê kêmtirîn yê sala 2024'an ji ber enflasyona zêde nemaye. 
 
Arslanoglû destnîşan kir ku ji bo di meha tîrmehê de meaş bê zêdekirin wê xebateke nû bidin destpêkirin û got ku wê van rojan cê xebata xw ebi raya giştî re parve bikin. 
 
Arslanoglû ji bo rêxistinbûyînê bang li karkeran kir.