Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin

WAN - Bazarvan ji ber krîza aborî nikarin berhemên xwe bifiroşin û kirîgeran jî gotin ku êdî nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin. 
 
Welatiyên ku ji ber krîza aborî zehmetiyê dikişînin, pêdiviyên xwe kêm dikin û bi vî awayî dixwazin heq ji krîzê derkevin. Li Wanê her diçe kirîgerên bazarên li taxan kêm dibin û ji ber vê hem firoşkar hem jî kirîger bi gilî gazin in. Li bazara semtê ya li Taxa Erekê ya li navçeya Îpekyolû ya Wanê, hema bêje sekiniye. 
 
Mîrhan Atlak ku bi bazarvaniyê debara xwe dike, anî ziman ku îsal bêtir rûyê krîzê dîtine. Atlak da zanîn ku ji ber bihabûna sotemeniyê fiyetê zebze û fêkiyan jî biha dibe û got: "Em mexdûr in. Hin kes hene nikarin nan jî bibin malê. Kesekî ku bi meaşê kêmtirîn bixebite wê çawa debara xwe bike? Li Wanê kirêya xaniyan ji 8 lîreyan dest pê dike. Mirov wê heqê kirêya xwe bidin an debara xw ebikin? Pereyê dikeve destê me têra tiştekî jî nake. Têra mesrefên zarokên me jî nakin. Mirov dixwazin fêkiyan bistînin, lê nikarin."
 
GELEK CARAN SERFETIHÊ JÎ NAKIN
 
Bazarvan Hamdî Taşdelen jî anî ziman ku ji ber ku welatî nikarin tiştekî bikirin ew jî qezenc nakin û got: "Em ji 8'ê sibehê heya 20'ê êvarî li bazarê ne. Pirî caran em serfetihê jî nakin." 
 
Aynûr Kaya ya ku hat bazarê got: "Ji ber krîza aborî êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Îsal em tên çarşî û bazarê, lê em destvala vedigerin malê. Ez têm bazarê, ji bo şîveke xweş ji zarokên xwe re çêbikim, lê ji ber bihabûnê destvala vedigerim. Zarokên min fêkiyan dixwazin, lê ji ber bihabûnê nikarim bikirim. Berê me bi kîloyan fêkî û zebze dikirîn. Lê niha tenê seriyek pîvaza hişk û şebeşekî dikarim bikirim." 
 
Nûran Demîrê jî da zanîn ku ew zebze û fêkiyan bi deyn dikire û got: "Rojên xirabtir li benda me ne." 
 
Dikandar Abûzeyt Tunel jî got: "Berê krîza aborî ne ev qasî kûr bû. Êdî ne em ne jî weltaî nikarin tiştekî bikirin. Demildest divê ev rewş bê guherandin."