Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin

img
AMED - Dikandarên sîteya senayiyê yên Amedê, der barê erdên xezîneyê yên ji bo wan hatine veqetandin dane kooperatîfeke din de wiha got: “Ji xetayê vegerin.”
 
Odeya Tamîrkarên Wesayîtan a Amedê û rêveberên Sîteya Senayî ya Bicûk a 1,2 û 3’yan nerazîbûn nîşanî biryara walîtiyê dan ku erdên xezîneyê yên ji bo wan hatine veqetandin dane kooperatîfeke din. Têkildarî mijarê li ber Avahiya 2’yemîn Îdareya Sîteya Senayiyê daxuyanî hate dayîn. 
 
‘TEHSÎSÎ HINEKÊN DIN HATE KIRIN’ 
 
Serokê 2’yemîn Sîteya Senayiyê Hasan Arslan da zanîn ku walîtiyê li Semta Odakli ya navçeya Rezanê 2 hezar û 525 donim erdê xezîneyê ji bo sîteyên pîşesaziyê veqetandiye û di vê xalê de bi Waliyê berê Munîr Karaloglû re lihevkirine. Arslan anî ziman ku bi vê armancê wan kooperatîfek bi nûnerên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên sîteyên pîşesaziyê yên biçûk ava kirine û destnîşan kir ku wan beyan kiriye ku bi wergirtina îmze û erêkirina pêwîst ji endamên xwe re dikanên xwe veguhêzin erdê aydê xezîneyê.
 
Arslan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di serdema Walî Alî Îhsan Sû de erdê heyî bi du koperatîfên ku tu eleqeya wan bi me re nîne re hatiye tehsîskirin. Tu eleqeya van koperatîfan bi 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên sîteyên pîşesaziyê yên biçûk re nîne. Ji ber vê yekê tişteke ku dikandarên endamên me ne dikanên xwe veguhêzin nîne. Tevî ku me gelek caran ji bo qedandina pêvajoya çûna ji nava bajêr, serî li Walîtiyê dan jî, me tu encam bi dest nexistin. Weke çareya dawî, me di 12’ê adarê de rewş ji CIMER’ê re ragihand û me ev rewş ji serokkomar, wezîr û hemû parlamenterên bajaran re ragihand ku ev yek ji bo pêşeroja bajêr gelekî girîng e. Em dixwazin ku di vê mijara ji bo pêşeroja bajarê me gelekî girînge de ji xetaya hatiye kirin demildest bê vegerandin.”