Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in

img
WAN - Ji ber ku fiyetê zebze û fêkiyan li gor par du qat bihatir bûne, kirîn û firotin jî kêm bûye. Hem welatî hem jî firoşkar bi gilî û gazinc in. 
 
Li Wanê bi germbûna dinyayê re dest bi çandina baxçe û bîstanan hat kirin. Welatî ji bo şitilên zebze û fêkiyan berê xwe didin cem şitilfiroşan. Lê belê fiyetê şitilan pir biha ne. Li gor par fiyetê şitilan ji sedî 50 biha bûne. 
 
'FIYET DU QAT ZÊDE BÛNE'
 
Ji şitilfiroşan Îsmaîl Saymaz got: "Hem gel hem jî em pir zehmetiyê dikişînin. Welatiyê ku par 10 şitil distendin, îsal 5 şitilan distîne. Fiyetê şitilan ji 5 lîreyan bûye 25 lîre. Şitil ji Sêrt, Antalya û Mêrsînê tên. Welatî bi piranî şitilên firingî, îsot û bacanên reş dikirin. Şitilên ji Antalyayê û Mêrsînê tên ên seraya ne."
 
Saymaz bilêv kir ku krîza aborî bandorê li her kesî kiriye û got ku ji ber ku fiyet biha ne tiştekî qezenc nakin. 
 
'FIROTIN JI SEDÎ 50'Î KÊM BÛYE'
 
Şitilfiroş Erol Kûrt anî ziman ku par bêtir şitil firotine û got: "Li gor par fiyetê wan du qat zêde bûne. Şitilên ku me par heba wan bi 3 lîreyan dikirî em îsal bi 7,5 lîreyan difiroşin. Hin cureyên wan hene em bi 25 lîreyan didin. Îsal krîza aborî zêdetir e û mirov zehmetiyê dikişînin. Li gor par karê me ji sedî 50 kêm bûye. Fiyet biha ne, welatî nikarin bikirin. Ji be rkrîzê pere bi gel re tune ye."
 
Şitilfiroş Aydnin Baykara jî got: "Em pir mexdûr in û zehmetiyê dikişînin. Her diçe xirabtir dibe. Di warê aborî de em pir zehmetiyê dikişînin. Ger heq û hiqûq hebûya, wê ne wiha bûye." 
 
Yûsûf Altinê ku got nikare debara xwe bike wiha bertek nîşanî fiyetê şitilan da: "Em nikarin tu tiştî jî bikirin. Rojê 3 danan fiyetan biha dikin. Gava wiha be ma em ê karibin çi bikin? Fabrîke û lîman hatin firotin. Milet mexdûr e. Rewşa welêt qet nebaş e. Em bi deyn dijîn. Em bimirin heqê kefen di bêrîka me de tune ye."