‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’

WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî “mizginiya” tayînkirina 20 hezar mamosteyan a wezîr da û anî ziman ku mamosteyên biheq ên nayên tayînkirin weke keda erdan tên bikaranîn.”
 
Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn  tevî pêdiviî bi 200 hezar mamosteyî heye jî aşkere kir ku 20 hezar mamosteyên bi peyman dê bên tayînkirin. Wezîr Tekîn 5 mamostetiyên ku herî zêde tayîna wan hate kirin rêz kirin û aşkere kir ku ji bo mamostetiya polê 3 hezar û 263, ji bo mamostetiya perwerdehiya taybet 2 hezar û 499, ji bo rehbertiyê hezar û 597, ji bo zanîsta exlaq û çanda ol hezar û 594 û ji bo Ingilîzî jî 968 mamoste dê bên tayînkirin. Di 20 hezar tayînkirina mamosteyan de ji bo ziman û zaravayên zindî tenê 10 mamoste hatin peywirdarkirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay destnîşan kir ku ev rewş polîtîkayeke asîmîlasyonê ye û bi lêv kir ku heqareta herî mezin ew e ku gelek zimanê xwe yê dayîkê weke bijarte tercîh bike ye. 
 
‘MÛAMELEYA KARKERÊN QEÇAX LI MAMOSTEYAN TÊ KIRIN’ 
 
Atabay, bi lêv kir di salên dawî de di tayînkirinên mamosteyan de problemên cidî diqewimin Û tevî hejmara dersan gelekî zêde ye jî hejmara tayînkirinê bisînor e û got: “Hate aşkerekirin ku îsal dê li dora 20 hezaran tayînkirinek were kirin. Li Tirkiyeyê niha zanîngeh her sal nêzî 40 hezaran xwendekaran mezûn dikin. Dîsa nêzî 600-700 hezaran kesên ji Fakulteyên Perwerdehiyê mezûn bûne û nehatine tayînkirin hene. Desthilat her sal 20 hezar mamosteyan bi mulaqatê digire û vê mulaqatê jî weke amûra hin kesan hilbijêre û hinekan ne hilbijêre bikartîne. Tayînkirina ev qas kêm veguherandin amûreke afirandina hêza kar a erzan. Desthilat kesên kar dike tayîn nake û weke mamosteyên biheq dixebitin li welat 700 hezar mirovan weke keda erzan bikartîne. An ku bi dayîna mûçeya kêmtirîn a li van mamosteyan bi destê dewletê mûameleya karkerên qaçax tê kirin. Ev mirov her meh li dora 12 hezar lîreyan tên xebitandin û keda wan tê xwarin.”
 
‘ENCAMÊN PROJEYA NIFŞÊ OLDAR’ 
 
Atabay, bi lêv kir ku hem hejmara mezûnan hem jî rewşa hejmara tayînkirinan di rastiyê de polîtîkayeke bizanebûn a desthilatê ya bi salan e dimeşîne ye û wiha berdewam kir: “Polîtîkayeke desthilatê ya bizanebûn heye. Bi taybetî jî li ser dersên bijarte. Ji xwe dersa Zanîsta Exlaq û Çanda Olî kirin derseke bi darê zorê pişt re dersên bijarte jî wisa lê kirin. Îsal di 3 qadan de dersên bijarte yên bi darê zorê anîn û xwendekar neçar hiştin ku dersa çanda olî hilbijêrin. Bi vî awayî hejmara mamosteyên ku di wê qadê de bên tayînkirin jî zêde kirin. An ku projeya nifşê oldar, kindar û netewî û herêmî ya di hişê xwe de avakirine, di tayînkirinan de jî nîşan dane. Ev rewş li ser mamostetiya çanda olî jî bi awayekî zelal tê dîtin. Ev polîtîkayên desthilatê dide nîşandan ku çiqas qedir didin zanîst û hûnerê.”
 
JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ TÊKOŞÎNA CIVAKΠ
 
Atabay, destnîşan kir ku ne tenê gelê kurd ê yek ji hêmanên damezrîner ên Tirkiyeyê ye divê komên etnîkî yên li Tirkiyeyê dijîn jî bizimanê dayikê perwerdehiyê bibînin û nedîtina perwerdehiya bi zimanê dayikê ne qanûnî ye û wiha domand: “Daxwaza me ya perwerdehiya bi zimanê dayikê hêj li cihê xwe ye û ji bo xwe li ber çavên Ewropayê baş bidin nîşandan dersên bijarte anîn. Navê kurdî jî nekirin kurdî kirin ‘ziman û zaravayên zindî’. Li vir heqaretek li ziman hatiye kirin. Bi vî navî di rastiyê de peyama ‘ zimanekî ne mirî ye lê em ê di demekî nêzîk de bikujin’ tê dayîn em nizanin. Li ser van tayînkirinan dikin lê ji bo ew ders neyê bijartin jî her tiştî dikin. Hemû amirên saziyan ji bo dersên olî werin bijartin tişta ji destê wan tê dikin, ji bo kurdî jî neyê bijartin heman seknê nîşan didin. Dayîna zimanê gelekî ya wekî bijarte di esasê xwe de heqarete li wî gelî. Em nêzîkatiyê di tayînkirinan de jî dibînin. Tevî ku her sal navînî 120 kes mezûn dibin jî dê 10 mamosteyan tayîn bikin. Hem weke dersa bijarta têxistina wê ya mufredatê hem jî bi zarokan nedin bijartin li kurdan heqaret e.”
 
Atabay herî dawî ev tişt gotin: “Li dijî vê divê em di wateya civakî de em gelekî bixebitin.”