Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm

AMED - Sedat Uluk ku 29 sal in li Baxçeyên Hewselê yên Sûrê debara xwe bi çandiniya organîk dike, got: "Em pirî caran zirarê dikin."
 
Sedat Uluk ê 43 salî ku li navçeya Sûr a Amedê dijî, ji 14 saliya xwe ve li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire, karê hilberîna çandiniyê dike. Uluk li dijî çandiniya pîşesaziyê di hilberîna çandiniyê ya kevneşopî de israr dike. Uluk bi firotina berhemên ku li vir debara xwe dike. Uluk jî yek ji wan cotkaran e ku di salên dawî de ji ber polîtîkayên çewt ên çandiniyê û kûrbûna krîza aborî bandoreke neyînî li wan kiriye.
 
BERHEMÊN GDO'YÎ
 
Uluk got ku bi zêdebûna berhemên GDP'yî re hilberîna berhemên çandiniyê yên organîk kêm bûye. Uluk anî ziman ku ev rewş zorê li hilberînerên çandiniya organîk dike û wiha got: "Carinan mişteriyên li sûkê ji nermbûna firingiyan gazinan dikin. Lê belê ji ber ku bi temamî organîk in. Berhemên organîk ne sivik in. Berê derman tune bûn û berhem baştir bûn. Lê niha ne wisa ye."
 
Uluk diyar kir ku krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên şer êndesthilatê kûr dibe bandoreke neyînî li wan kiriye û hilberîna çandiniyê kêm kiriye û got: "Em pir zehmetiyê dikişînin. Berhema ku em bi 1 lireyekê ji nava baxçe derdixin, li derve bi 10 lîreyan diçe. Jixwe tov û mazot jî pir biha bûne. Tişta bi 10 lîreyan niha bûye 100 lîre, 700 lîre. Lê em hewl didin îdare bikin."
 
Uluk bilêv kir ku qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de li Sûrê hat îlankirin bandoreke neyînî li hilberîna çandiniyê ya li Hewselê jî kiriye û wiha got: "Berê mala me li Taxa Alîpaşayê bû. Dema em zewicîn em hatin Ben û Senê. Me li jêr jî dest bi çandina bexdenûzê kir. Bi pêvajoya şer re, li Sûrê bûyer dest pê kirin. Ji sibê heta êvarê dengê çekan nedisekinî. Me eşyayên xwe berhev kir û em ji vir çûn. Sûrê xera kirin, lê dibêjin me xaniyên lig or tevna Amedê çêkrine. Ne wisa ye." 
 
Uluk bal kişand ser bihabûna berheman û wiha got: "Berê me qevdek roqe bii lîreyekê difirot. Lê me debara xwe dikir. Niha em qevda wê bi 5 lîreyan difiroşin, lê em nikarin debara xwe bikin." 
 
Uluk anî ziman ku dahat û lêçûnên wan li hev dernayên û got: "750 TL heqê ceryanê tê. Hinekî dewlet dide. Fatûreya avê jî nêzî 200 lîre tê. Kirê 2 hezar û 250 TL ye. Sê zarokên min xwendekar in, mesrefên wan heneç Zarokekî min dest ji diistanê berda û li bazarê alîkariya min dike. Pirî caran ne kar, em dixisirin." 
 
'HEWSELÊ BIPARÊZIN'
 
Uluk da zanîn ku Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê de cih digire û di bin xetereya derxistina ji lîsteyê de ye û wiha got: "Mînak dest bi danîna boriyan kirine. Lê nehat temamkiri. Proje her tim wekîg gotin man. mesela digotin, 'Em êd erdora Çemê Dîcleyê çêbikin.' Lê çênekirin. Rêyên vir jî pir xirab bin. Gelek turîst jî tên. Lê dîmena heyî wan aciz dike."
 
Uluk destnîşan kir ku ji bo domandina çandiniya organîk divê Hewsel bê parastin.