Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê

img
ENQERE - Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê pişgirî da karkerên Ozak Tekstîlê yên dev ji kar berdan. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Enqereyê ji bo piştevaniya bi çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyanî da. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê Îbrahîm Kara daxuyanî xwend û got ku fatûreya polîtîkayên aboriyê yên xelet ên AKP’ê karker, xizan û kedkar didin. Kara, diyar kir ku li dijî polîtîkayên enflasyonîst, gel roj bi roj bêhtir xizan dibe û nerazîbûna li dijî xizaniyê jî zêde dibe. Kara, da zanîn ku îktîdar ji bo tepisandina van îtîrazan serî li her cureyên zextê dide. Kara, wiha domand: “Tevî her cureyên êrişan jî karker û kedkar têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna li her qadê didome. Tam di van rojan de pêdiviya karkeran herî zêde bi piştevaniya çîniyê heye.” 
 
‘BIRYARA BERXWEDANÊ YA HETA SERKEFTINÊ DAN’ 
 
Kara, destnîşan kir ku têkoşîna karkerên Ozak Tekstîlê bibiryardarî didome û axaftina xwe wiha qedand: “Divê daxwazên karkeran bên qebûlkirin. Walîtiya Rihayê divê dev ji êrişên xwe yên li dijî karkeran berde. Walîtî, karkeran weke mirov nabîne yan jî tenê ji bo parastina mafên patronan heye.”