DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir

img
MÊRSÎN - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku ji bo edaleta di bacê de pêşniyarqanûneke ji 5 xalan pêk tê pêşkeşî Meclisê kirine û wiha got: “Em dixwazin ev teklîf li Meclisê bi piraniya dengan bê qebûlkirin.” 
 
Nûnertiya Herêma Çukurovayê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi dirûşma “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û heqdestekî ji bo jiyaneke mirovane” li Mêrsînê meşek li dar xist. Meş, li pêşiya avahiya DÎSK’ê dest pê kir û li Parka Ozgur Çocukê bi dawî bû. Di meşê de pankartên “Bûdçeya ne ji bo şer ji bo kedkaran, ne ji bo sermayeyê ji bo gel, em kêmtirîn mûçeyeke ku jiyaneke mirovane pê bibe dixwazin” û “Di bacê de em edaletê dixwazin” hate hilgirtin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel Îş) ya girêdayî DÎSK’ê Remzî Çalişkan û nûner û rêveberên DÎSK’ê yên Edene, Mêrsîn û Hatayê jî tev li meşê bûn. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar jî piştgirî dan meşê û di meşê de dirûşmên “Bûdçeya ne ji bo sermayeyê ji bo gel”, “Kedkar dê ji AKP’ê hesabê bipirsin”, “Di bacê de em edaletê dixwazin” û “Em dixwazin jiyaneke mirovane bijîn” hatin berzkirin. 
 
‘PERGALA BACÊ YA HERÎ BÊEDALET A CÎHANÊ’ 
 
Welatiyên li ser rêgeha meşê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû piştî meşê axivî û got ku gel piştgiriyeke mezin dide meşên wan. Çerkezoglû, wiha domand: “Heta ku di bacê de edalet çênebe dê di dahatê de jî çênebe. Pergala bacê ya herî bêedalet a cîhanê li vî welatî ye. Tevahiya bacên welêt li ser pişta kedkar û gel in. Tişta ku bi kevçî didin, bi kemçeyê distînin. Lê em dixwazin ji kesên zêde qezenc dikin zêde ji yên kêm qezenc dikin jî kêm bac were standin. Ji bo vê jî me pêşniyarqanûneke ji 5 xalan pêk tê pêşkeşî meclisê kir. Me pêşkeşî hemû partiyên siyasî yên li Meclisê kir. Em dixwazin ku ev pêşniyarqanûn bi piraniya dengan bê qebûlkirin.” 
 
BERTEKA NÎŞANÎ KOMÎSYONA TESPÎTKIRINA KÊMTIRÎN MÛÇEYÊ DA 
 
Çerkezoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civînên li Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê didomin. Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin di navbera ji sedî 2 û 3’yê de ye. Lê îro li sektora taybet a Tirkiyeyê ji sedî 70’ê xebatkaran bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin. Ji nîviyê zêdetir gelê me bi kêmtirîn mûçeyê dixebite. Ev civîn her sal tên kirin û tenê nîv saetê didomin û derheqê bi milyonan kesan de biryar hatine dayîn. Ev nayê qebûlkirin. Em li vir bang dikin; li hemberî vê enflasyona bilind divê kêmtirîn mûçe salê 4 caran bê guherandin.” 
 
Herî dawî jî Çerkezoglû bang li hemû beşên civakê kir ku ji bo aştî, azadî û edaletê tev li refên têkoşînê bibin. 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.