Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

img
RIHA - Cendirmeyan careke din êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin ku li dijî zext, mobbîng û avêtinên ji kar 15 roj in li ber xwe didin. Di êrişê de gelek karker hatin binçavkirin. 
 
Çalakiya berdana kar a karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê ku li dijî mobbîng, gef û avêtina ji kar hatiye destpêkirin, di roja 15’an de berdewam dike. 
 
Karkeran îro di saetên serê sibehê de xwestin bên pêşiya febrîqeyê. Lê belê kolana febrîqe lê ye ji hêla cendirmeyan ve hate girtin û destûr nehat dayîn ku karker derbas bibin. 
 
Li ser vê yekê karkeran rêya li pêşiya mizgeftê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Cendirmeyan jî bi Tomayan êrişî karkeran kir û ava şid lê reşandin. Her wiha gelek karker bi jop û mertalan hatin derbkirin û binçavkirin. Karkerên din jî bi darê zorê ji deriyê herêma pîşesaziyê hatin derxistin. Karker hêj li ber derî disekinin û çalakiya xwe didomînin.