Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin

img
RIHA - Jinên li Ozak Tekstîlê dixebitin ji ber sedemên derxistina ji kar, mobîng û zextan çalakiya berdana kar dan destpêkirin. Jinan, diyar kirin ku heya daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Jinên li Ozak Tekstîla 1’emîn Herêma Sanayiya Organîzeyê (OSB) ya Rihayê dixebitin, ji ber derxistina Seher Gulen a ji kar, zext û mobîngê çalakiya berdana kar dan destpêkirin. Li kargehê 700 jin dixebitin û nêzî 400’an jê ev 2 roj in li pêşiya kargehê di çalakiyê de ne. Jinan destnîşan kirin ku bi ser malbatên wan mudaxileyê jiyana wan tê kirin û anîn ziman ku ew bi gefa ji kar derxistinê ya “Koda 29 a tevgerên derveyî exlaq û halê baş” têne tehdîtkirin. Herwiha jinan da zanin ku tevî saetên xebîtîna wan diyar in jî ew heya derengiya şevê têne xebitandin û ji ber OSB dûrî navenda bajêr e, ew neçar dimînin ku di saetên derengiya şevê de vegerin malên xwe. 
 
MUDAXILAYA JIYANÊ 
 
Seher Gulen destnîşan kir ku ji ber mafê xwe yê rêxistinbûna sendîkayê bi kar aniye û li dijî mobînga li ser hatiye meşandin bêdeng nemaye ji kar hatiye dûrxistin. Gulen, da zanîn ku wan ji ber daxwazên jinên din ên di heman çarçoveyê de dest bi çalakiyê kirine. Gulen, diyar kir ku ew di kargehê de di bin zextan de têkoşîna jiyanê didin û bi bîr xist ku di kargehê de ew jî bi heman zextan re rûbirû maye û ji ji ber ew bûye endama Sendîkaya Karkerên Çerm û Tekstîla Dirûnê ya Yekgirtî (BÎRTEK-SEN) taybet hatiye hedefgirtin û got: “Ji ber ku ez xwedî li hevalên xwe derketim, bi taybetî hatim hedefgirtin. Piştî ku ez bûme endama sendîkayê, xwestin min bibin odeyê lê belê dema ku min bertek nîşan da, nekarin vê yekê bikin. Me hefteya derbasbûyî wek BÎRTEK-SEN'ê civînek li dar xist. Ji ber ku min navê xwediyê kargehê Mehmet Çîftçî daye, dijminatiya min dikin. Rojek piştre dema min li ser bandê kar dikir bi zanebûn li min (Mehmet Çîftçî) qêriya û got, ‘Kesek nikare navê min bi kar bîne.’ Piştre pirsa  ‘Duh tu li ku bûy?’ a mudaxileya jiyana  min kir, ji min pirsî.”
 
‘HEYA DAWIYÊ LI VIR IN’
 
Gulen, da zanîn ku ew tevî ku yekîneya kargehê ya Çavkaniyên Mirovan Kargehê wê mafdar dîtiye jî, tu çareserî nehatin pêşxistin û wih pê de çû: “Karkerek ji min re got ku dê karê te bikin hincet û te ji kar derxin. Tevî ku karê min dikir bêyî pirsgirêk bû, ji bo axaftinê gazî min kirin. Dê dema ceribandina min a kar jî biqediyaba. Karê min kirin hincet û xwestin min ji kar derxin. Mîn jî got ku ev derxistin ne bi karê min re, bi endambûna min a sendîkayê re eleqedar e û min îtîraz kir. Kêliya ku dê biçûma tiştên xwe kom bikin, min dît ku ji ber ez hevalên xwe nebînim û ev yek nebe sedema hişyarbûnekê, şûna min tiştên min kom kiribûn. Xwestin min bikin qûrbanî lê ez ê derstûr nedim vê yekê. Ji ber ku ev rewş ne bi şexsê min re eleqedar e. Gelek hevalên me rastî zextên bi vî rengî hatin. Em ê bi hemû hevalên xwe re şerê xwe bidomînin û em heya dawiyê li vir in.”
 
ZEXTA DERÛNÎ
 
Funda Bakiş a roja duyemîn di çalakiyê de cih digire jî bal kişand ser neheqiyên ku hatine serê wan û got ku ew ê bi hevalên xwe re li ber xwe bidin. Bakiş bilêv kir ku rêveberiya li kargeha wan, tundiya derûnî li jinên dixebitin dike û ew ê dema ku sepanên mobîngê tên dawikirin, hevalên wan yên ji kar hatine derxistin, vedigerin ser karên xwe, dê çalakiya xwe bi dawî bikin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî