‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’

img

MÊRSÎN – Alîgirê Doç. Selim Çakmakli, rewşa aborî ya  Tirkiyeyê nirxand û pêşniyariyeke wiha kir: “Çînên ku hilberînê kontrol dikin, siyasete jî kontrol dikin. Jehrkujiya vê rewşa antidemokratîk kooperatîfên karkeran e.” 

Alîgirê Doçent Selîm Çakmakli ku ji ber danezana “Em ê nebin hevparê vî sûcî îmze kir” bi KHK’ê ji Zanîngeha Mêrsînê hat îxrackirin, der barê krîza aborî ku ji ber polîtîkayên derve xwe dide der pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin. Çakmakli, wek çareserî û alternatîf kooperatîfên karkeran pêşniyar kir. 
 
Çakmakli, pirsa ji bo texmînên IMF ku kirin û nîşeyên neyînî yên ku saziyên derecekirina krediyê der barê Tirkiyeyê de didin ev titş gotin: “Em îstatîstîkan deyn in kêlekekê, lê belê rastiyeke jiyanê heye. Heke di abaoriyeke ku mezin bibe de, rêjeyên betaliyê jî zêde bibin nexwe pirsigirêkek cidî heye. Heke em li gor pênaseya Zanyarên Civakî yên Serbixwe bibêjin, mezinbûyîneke ku nikare îstihdamê biafirîne heye.” Çakmakli diyar kir ku di sektora sanayiye de, fîrmayên biçûk û navîn, li gor yên mezin kêmtir pêş ve diçin û wiha got: “Ev yek jî derfetên îstihdamê asteng dike. Em tenê behsa rewşa Tirkiyeyê nakin. Li tevahiya cîhanê, bi makînebûyînê re hêzeke zêde ya betaliyê derket holê.” Çakmakli got ku welatên kapîtalîst ên pêşveçûyî bi awayekî têrbar îstihdamê û dahatê naafrînin û wiha got: “Li DYA’yê rêjeyên betaliyê kêm dibin, lê belê deynên gel zêde dibin.”
 
Çakmakli, dest nîşan kir ku belkî jî li vir divêtiyeke ku divê modeleke nû bê sepandin xwe dide der û wiha domand: “Ev jî kooperatîfên karkeran e ku karker bi awayekî hevpar bi rê ve dibin û li gor xizmetên civatê tevdigerin. Ev model dikare aboriya herêmî hêzdar bike û dikare xizmeta îdeala pêşerojeke hîn adiltir û aştiyane bike.”
 
 
Çakmakli, ji bo polîtîkayên hundur û derve ku bandoreke neyînî li aboriya welat dikin û dibin sedema alozî û krîzan jî wiha got: “Di pêvajoya beriya 7’ê Hezîranê de, bi taybetî jî di tesîsên hilberînê yên bajarên rojavayê de çîna karkeran serî rakir. Ev bertek, di encamên hilbijartinê de xwe da der. Lê belê, çîna kapîtalîst jî bi heman tundiyê bertek nîşanî wê da.” Çakmakli, domand ku paşê di referandûmê de çîna karkeran bi hemû unsûrên xwe bertekeke çîniyî nîşan daye, lê belê partiya muxalefetê ya sereke nikaribûye wî dîmenî bixweîne û wiha got: “Bi ya min ji bilî meşeke edaletê ya neserketî, ket weziyeteke pasif.” Çakmakli, diyar ku Serokomar jî, vê refleksa çînî di civîna TUSÎAD’ê de bi awayekî aşkere îtiraf kiriye û bi riya OHAL’ê hemû grev bi awayekî hêsan tên astengkirin. 
 
ÇARE KOOPERASTÎFÊN KARKERAN E
 
Çakmakli, anî ziman ku heke krîz kûr bibe dê bandorên wê jî girantir bibin û wiha got: “Ji 2007/2008’an ve di aboriya cîhanê de krîzeke ku wek resesyona mezin tê binavkirin heye û di demên dawî de bandorên wê yên li ser civakê tund in. Ji niha û pê ve tu şansê avaniyên siyasî yên ku mesafeye naxin navbera xwe û kapîtalîzmê tune ye ku desteke civakê bibinin. Hemû civak ber bi du seriyan ve tên hêlkirin. Li hêlekê avaniyên neo-faşîst ên mîna yên li DYA’yê û rêveberiyên ku bi awayekî aşkere wan diparêzin (yên wek Bahçeli û ulkucuyên ku bi çekan poz didin) û li hêla din jî komên çep, ku li Îngîltereyê di mînaka Jeremy Corbyn de xwe dide der. Lê ji bo Tirkiyeyê, dê çawa dîwarên tirsê bên derbaskirin, hîn tiştekî bi xumam e. Divê rê li ber bîrdoziya rastgir bê girtin ku xwe li hemû hucreyan bi cih neke. Ev jî ji bo serletinê hêviyek e.” 
 
Herî dawî, Çakmakli diyar kir ku li dijî pergala heyî, organîzasyonên ku kedxwariyê nakin dikarin ji bo pêşerojê bibin hêvî û pêşniyariyeke wiha kir: “Çînên ku hilberînê kontrol dikin, siyasete jî kontrol dikin. Jehrkujiya vê rewşa antidemokratîk kooperatîfên karkeran e.”