Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e

img
SÊRT - Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Sêrtê Firat Şîmşek destnîşan kir ku kana madenê ya 2 endezyar û karkerekî tê de jiyana xwe ji dest dane “bi sabiqa” ye û got: “Tedbîrên ji bo sehaya kanê hatine girtin, ji bo karkeran nehatine girtin, ev yek cînayet e.”
 
Li gundê Madenê yê navçeya Şêrwana Sêrtê di 23’yê mijdarê de di kana madena Etîbakir a Cengîz Holdîngê de hezaz çêbû û di encama hezazê de 2 endezyar û karkerek, bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Şêrwanê lêpirsîn da destpêkirin û endezyar Y.K., pisporê ewlehiya kar A.T. û nezaretwanên daîmî D.A. hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê her sê kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Serdozgerê Komarê bi şandeyek ji endezyarê kana madenê, endezyarê jeolojiyê û ji pisporekî ewlehiya kar, li cihê ku hezaz çêbûye lêkolîn kirin. 
 
 Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Sêrtê Firat Şîmşek
 
DOZGERÎ GOT ‘PIŞTGUHKIRIN’ NÎN E
 
Piştî ku lêkolîn temam bû serdozgerî ev daxuyanî weşand: “Di bûyera gelek kes mirine de divê kesên jiyana xwe ji dest dane ne li wir bana, nêzî maşîneya kar nesekinîbana, kesên jiyana xwe ji dest dane bi xwe endezyar bûne û hilweşîn li cihekî derveyî cihê xebatê pêk hatiye. Ser vê yekê dema em li rewşê dinêrin û li gorî rapora pêş, piştguhkirina kar ya kesekê yan jî kesan nîn e. Em ê biryara xwe bi rapora bi hûrgilî de parve bikin.”
 
‘KANA MADENÊ BI SABIQA YE’
 
Di heman kana madenê de di 17’ê mijdara 2016’an de jî hezazek çêbûbû û 16 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Sekreterê Lijneya Kordînayona (ÎKK) a Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Firat Şîmşek destnîşan kir ku tevî 7 salên derbasbûyî di kanê de tu tedbîr nehatin girtin û got: “Dîsa piştguhkirin heye. Ev kana madenê bi sabiqa ye.”
 
Şîmşek da zanîn ku çavbirçîtiya pere dîsa bû sedeba canê karkeran û wiha berdewam kir: “Ji bo ku ewlehiya kar bigire destûrê didin karsazan. Li gel îstîmlaqkirinê bi erzanî û bêewlehî dana xebitînê bi mirinê encam dibe. Di karê kana madenê de divê bi awayeke xurt tevdîrên ewlehiyê bên girtin û pirsgirêkekî herî biçûk jî bi mirinê encam dibe.”
 
‘TEDBÎR NEHAT GIRTIN EV CÎNAYET E’
 
Şîmşek têkildarî bûyerê de ev agahî parve kirin: “Berî ku vardiyayê bigûherînin di nava kanê de werimînek çêdibe. Îhtîmala hilweşînê ji 5 kesan re hatiye gotin. Dema ku 5 kes diçin mudaxileyê hilweşîn çêdibe û 3 kes jiyana xwe ji dest didin. Ez jî pisporê ewlehiya kar im û di rewşên wiha de ewilî analîza teknîka kar tê kirin. Dema ku îhtîmala hilweşînê di kanekê de hebe, pêşî tedbîr tên girtin, piştre mudaxile tê kirin. Lê belê tedbîr tê wateya xerckirina pereyan û em difikirin ku ji ber vê yekê tedbîr nehatin girtin. Ger tedbîr bihata girtin, dê ev mirin nehatibûna jiyîn. Ev cînayet e.”
 
EWLEHIYA ASTENGKIRINÊ
 
Şîmşek, diyar kir ku her çar aliyê kanê, bi qerekolan hatiye dorpêçkirin û anî ziman ku tedbîrên ji bo ewlehiya sehaya kanê hatine girtin, ji bo karkeran nehatiye girtin û wiha pê de çû: “Tedbîrên di dora wê kana madenê de hatine girtin, di asta herî jor de ne. Ev ewlehî ne ewlehiya karkeran e. Ev ewlehî ji bo ku neçin wê derê û venêrînan asteng bikin hatiye girtin, her çar aliyê kana madenê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin. Dema ku em dixwazin biçin kanê em nikarin muxatabekê bibînin. Em nikarin têkevin li wan deran.”
 
QANÛNÊN LI GOR KARSAZAN E
 
Di dawiya axaftina xwe de Şîmşek diyar kir ku qanûn di mijara ewlehiya kar de li gorî karsazan in û ev tişt gotin: “Pisporê ewlehiya kar neçar e ku venêrîna karsaza xwe bike. An ku tu dê venêrîna kesê mûçeya te dide te, bikî. Di vê astê de pirsgirêk derdikevin. Pirsgirêkên di asta vênerînê de derdikevin, dibin sedama mirinan. Divê ev pergal bigûhere.”
 
MA / Fethî Balaman