Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî û diyar kir ku di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de çareserî bi HDP’ê pêkan e û ev hişyarî kir: “Ya hûnê bi HDP’ê re siyasetê bikin an jî hûnê birizin û biçin.” 
 
Di mitînga 1’ê Gulanê ya Cejna Karker û Kedkaran a Amedê de bi hezaran kes tev li bûn. Di mitîngê de axaftin hatin kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Şîrin Gurbuz axivî û got: “22 meh in AKP welat bi Rewşa Awarte birêve dibe. Bi OHAL’ê re polîtîkayê şer zêde bû. Peyva aştiyê kirin sûc. Bi mehan lêpirsîna ewlehiyê dewam dike û tayînkirin çênabin. Bi KHK’iyan heval û dostên me tên îxrackirin. Di vê çarçoveyê de her ku diçe bêkarî zêde dibe. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin van pêkanînên neheqî û wê faşîzm winda bike.” 
 
Piştî axaftina nûnerên KESK, TMMOB Û TTB’ê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derket ser dikê bi silavkirina kurdî dest bi axaftina xwe kir. 
 
Temellî di mitîngê de wiha axivî: 
 
“Amed bajarê Omer Ayna û Tahîr Elçî ye. Min ji Stenbolê ji bo we silav anîne. Hêj hesabê Taksîmê nehatiye girtin. Em ê wek hemû komkujiyên din hesabê komkujiya Taksîmê jî bipirsin. Em ji Amedê silavê xwe ji Gultan Kişanak û Firat Anli re dişînin. 
Dema mirov dibêje Amed Ahmed Arîf jî tê bîra mirov. Ez ji helbesta “Ji Keleha Amedê” ya Ahmed Arîf bixwînim. 
 
HER DEVERÎ DAGIR KIRIN E 
 
Gelên Tirkiyeyê ji bo hesabê komkujiyan bipirse dê di 24’ê Hezîranê de bi hev re tevger bikin. Em van ji Zîlan, Dêrsim, Agirî,, Soma û Cizîrê nas dikin. Ji bo em hesabê van komkujiyan bipirsin, rihê Newroz û 1’ê Gulanê veguhezînin 24’ê Hezîranê. Ev bi zilmê li ser piya dimînin. Desthilatdariya xwe bi dijminahiyê dewam dikin. Ji bo me ji warê me bikin me koçber dikin. Em Sûrê ji bîra nakin. Hemû axa bixêr û ber tune dikin û zilmê li ser axê dikin. Gelî û çemên me dagir dikin. Xwezaya me tune dikin. 
 
LI VIR KURD IN LI ENQEREYÊ GUR IN 
 
AKP welat bi qeyûm û OHAL’ê birêve dibe. Erdnîgariyek bi qeyûm afirandin. Qeyûm tayînkirin û vîna gel xistin hepsan. Karê ewil ê qeyûman dizî ye. Qeyûmên wan ku nelirêtiya dikin niha jî dibin bernamzetên AKP’ê. Wê ji bajarên kurdan deng ji AKP’ê re dernekeve. Ji yên xwe li vir dikin kurd û li Enqereyê dikin gur re dê deng dernekevin.
 
WÊ TECRÎDÊ RAKIN
 
Em ji Cizîrê çûn Silopî lê em di çar deriyên gumrikê de derbas bûn. Çûyîna Yewnanîstan ji ya Cizîrê hêsantir e. Her tim kontrol dikin. Ev hemû tecrîd e. Vê tecrîdê jî bi tecrîdkirina birêz Ocalan dest pê kir. Em li vir bang dikin, wê tecrîdê rakin. 
 
HÛNÊ BIRIZIN BIÇIN 
 
Em ne hesabê 80 wekîlan yê 180 wekîlan dikin. Hesabê van 80 wekîlan ji Kerkûk, Efrîn, Botan û Amedê dizivire. Çareserî bi HDP’ê pêkan e. Ya hûnê bi HDP’ê re siyasetê bikin an jî hûnê birizin û biçin.” 
 
Pîrozbahî bi li ber stranên hunermend Çar Newa û Azad Bedran û govend gerandinê bi dawî bû.