'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’

img

STENBOL – Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere kir ku dê girseya 1’ê Gulanê encamên hilbijartinê jî bi bandor bike û banga beşdariya mitîngê kir. 

Endamê Komîtya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê Cevahîr Efe Akçelîk banga mitînga 1’ê Gulanê ya dê sibê li Maltepeya Stenbolê bê lidarxistin kir. Akçelîk da zanîn ku mitînga 1’ê Gulanê bi pêşengiya KESK, TMMOB, DÎSK û TTB’ê pêk tê û got: “Em di serdemek ji girtina hevserokan bigire heta girtina xwendekar û hemû beşên civakê tên girtin de derbas dibin. Bi hezaran kes hatin îxrackirin. Bi hezaran karker ji ber ewlehiya wan kar nîne jiyana xwe ji dest dan. Em ê hemû daxwazên xwe yên li dijî neheqiyê bînin ziman û ji neheqiyan re bêjin na. Em ê vê rojê wiha pîroz bikin.” 
 
‘BANDOREK MEZIN DÊ LI SER HILBIJARTINÊ BIKE’ 
 
Akçelîk destnîşan kir ku ew ê di mitînga îsal a 1’ê Gulanê de ji “rejîma yek zilamî re bêjin na” û wiha domand: “Dê şahiyek û girseyek mezin bê lidarxistn. Di banga me ya 1’ê Gulanê de em bang li milyonan dikin ku va radestî rejîma tarî nebûne û li qadan e. Dê bi milyonan kes ji OHAL’ê re bêje na. Beşdarî û girseya mitînga 1’ê Gulanê dê encama hilbijartinê diyar bike û bandorê li ser hilbijartinê bike. 1’ê Gulanê nefesek taze veguhezand kolanên hatine bêdengkirin. Ez bang li hemû aliyan dikim ku sibê beşdarî mitîngê bibin.”