Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir

img
 
WAN - Kooperatîfa Rêveberiya Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, dest bi çinîna kartolan kir. Cotkaran xwest ku gel berê xwe bide çandiniyê û hilberînê bike.
 
Kooperatîfa Rêveberiya Berhemên Çandiniyê ya Wanê (VAT-ÎŞ-KOOP) ku beriya salekê ji aliyê 60 kesan ve li Wanê hat avakirin, berhemên li navçeyên Artemêt, Erdîş, Bêgirî, Tûşba û Westan li qadeke hezar û 500 donim tên çandin, berhev dike. Kooperatîfa ku sala xwe ya ewil temam kir û 60 karkerên wê yên çalak hene, îsal sêv û hirmî hilberandin û kartol, nok, fasûlî û silk çandin. Cotkarên ku endamên kooperatîfê ne û çinîna sêv, hirmî, nok û fasûlî temam kirin, niha jî ji bo çinîna kartolan dixebitin. Kooperatîfê di xebatên xwe yên salekê de 300 hezar ton silk, 5 hezar ton nok, 6 hezar ton fêkî, 6 hezar ton kartol û 6 hezar piştiyên giya bi dest xist. 
 
‘ARMANCA ME EW E KU GEL VEGERE HILBERÎNÊ’ 
 
Hevseroka Kooperatîfa Rêveberiya Berhemên Çandiniyê ya Wanê (VAT-ÎŞ-KOOP) Tûlîn Yeşil diyar kir ku armanca kooperatîfê ew e ku feraseta “şaredariya bê şaredarî” di nava civakê de belav bikin. Yeşîl, da zanîn ku ji bo ku gel xwe bispêrin qadên xwe yên alternatîf û herêmî bêyî ku bi saziyan ve girêdayî bin dest bi vê rêyê kirine û wiha got: “Armanca me ew e ku gel bi axê re entegre bikin, gelê ku ji axê veqetiya ye vegerînin hilberîn û axê. Armanca me ya herî mezin ew e ku dîsa ruhê kolektîf biafirînin û di nava gel de vê hişmendiyê ava bikin. Di sala me ya ewil de me hinekî bi bêtecrûbetî dest pê kir, lê me bi xebateke kolektîf ew derbas kirin û heta vê derê anîn. Me heta niha li 5 navçeyan hilberîn kir. Me li navçeya Tûşbayê bi hilberîna silkan dest pê kir. Dû re me li Erdîşê pêşengtiya hilberîna kartol, li Bêgirî û Westanê jî pêşengtiya hilberîna nokan kir. Tevî ku me karîgeriya ku me dixwest di serî de bi dest nexist, lê em ne xerab bûn. Me bi hev re berhemên xwe berhev kirin. Me îro li Erdîşê dest bi çinîna kartolan kir. Tenê silk man. Piştî çinîna silkan dê xebatên me yên îsal bi dawî bibin.”
 
‘EM WEKE PARTÎ PIŞTGIRIYÊ DIKIN’
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîkret Dogan, anî ziman ku di pêşengtiya Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin de îsal xebatên kooperatîfê hatin kirin û wiha got: “Dibe ku ev destpêkek bû, lê ji niha û pê ve em ê xebatên berfirehtir bimeşînin, gelê xwe li ser xebatên kooperatîfan perwerde bikin û bi kooperatîfê xebatên ku gel bikare debara xwe bike dê berdewam bikin. Em weke feraset vê diparêzin. Em ê weke partî piştgiriya xwe bidomînin.”
 
‘AX TU CARÎ MIROVAN BIRÇÎ NAHÊLE’ 
 
Yek ji cotkaran Haydar Pala, diyar kir ku ji bo cotkariyê bikin divê zimanê çandinî û berhemên wê bizanin û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe û vir ve bi çandiniyê re eleqedar dibim û bihezkirin dikim. Xwarina berhemên ku tu bi xwe dihilberînî jî xweş dibe. Ax tu caran mirovan birçî nahêle. Ji berhemên tu dihilberînî ne tenê tu hemû mirov jê sûdê digirin. Kooperatîf ji bo cotkaran gelek girîng e. Ji ber kooperatîf cotkaran tîne cem hev, lêkolîn dike û ya herî baş dike. Mirovên niha elimîne pereyên hazir. Ji ber vê yekê ji hilberînê dûr ketine. Mirovên me yên li ser axa xwe çandiniyê nakin diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê an di înşaetan de an jî di karên cudatir de dixebitin. Lê ji bo mirovên me çandinî ji van karan çêtir e. Bi taybetî ciwanên me ji axê dûr ketine. Divê mirov teqez van ciwanan li axê vegerîne.”
 
‘EM HEMÛ XWARINA XWE JI AXÊ DIGIRIN’  
 
Cotkar Îbrahîm Talay jî anî ziman ku çandinî ji boyî mirovan gelek girîng e û bi lêv kir ku çûyîna ciwanan a bajarên rojavayê Tirkiyeyê û dûrketina wan a ji hilberînê, berhem polîtîkayên pişaftinê ye. Talay, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê kooperatîfbûyîn ji bo me kurdan gelek girîng e. Divê ev yek ji gelê me re bibe mînak. Em êdî hemû xwarina xwe ji axê digirin. Dîsa em qismekî berhemên xwe jî difiroşin. Anku em karekî baş dikin. Ez cara ewil bi çandiniyê re eleqedar dibim. Beriya niha li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dijiyam. Min mala xwe anî Erdîşê. Bi saya kooperatîfê dest bi karê çandiniyê kir. Îsal me kartol çandin, me ji kartolan berhemek û dahatek baş bi dest xist.”
 
‘ARMANCA ME EW E KU PÊŞIYÊ LI KOÇKIRINA GELÊ XWE BIGIRIN’  
 
Cotkarê bi navê Şeref Yildir jî diyar kir ku kooperatîfa beriya salekê ava kirin dê mezintir bibe û wiha axivî: “Li vir armanca me ew e ku em hemû tiştên xwe ji axê bi dest bixin. Armanceke me ya din jî ew e ku gelê me koç neke. Em dixwazin li gund, ax, bajar û welatê xwe jiyaneke bi rûmet û hilberîner bijîn. Ji ber vê yekê kooperatî ji bo me gelek girîng e. Em bi kooperatîfê bi tarzekî hevpar û komunal xebatên xwe dimeşînin.”
 
Cotkarê bi navê Orhan Şadal jî diyar kir ku mirovên li herêmê dest ji hilberînê berdane û diçin li bajarên rojavayê Tirkiyeyê di înşaetan de dixebitin û anî ziman ku divê gel berê xwe bide çandiniyê û hilberînê bike.