Zem li bihayê cigareyê hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê cigareyên koma JTI’yê zem hate kirin. 
 
Ji bo cigareyê zemeke din hate kirin. Serokê Komeleya Piştevaniya Bayiyên Tekelê Erol Dundar da zanîn ku ji bo cigareyên koma JTI’yê 5 lîre zem hatiye kirin. Bi vê yekê re cigareya herî erzan bû 50 lîre. Bihayê cigareya herî biha jî bû 57 lîre. 
 
Di destpêka meha cotmehê de jî ji bo hemû komên cigareyan 5 lîre zem hatibû kirin.