Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin

img
AMED - Konseya Çandiniyê ya Amedê bi beşdarbûyîna gelek saziyan li Amedê hat damezrandin. 
 
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ku bi çandiyê ve eleqedar in û nûnerên sektora taybet ji bo ku li Amedê sektora çandiniyê bi pêş ve bibin û were birêvebirin “Konseya Çandiniyê ya Amedê” damezrandin. Konseyê, li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat (GGC) a Amedê civîna çapemeniyê ya bi taştê li dar xist û gelek nûnerên saziyên damezrîner û rojnamevan beşdar bûn. Di civîna ragihandina Konseyê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Samed Ucaman, nûnerên saziyên sivîl û gelek karsaz beşdarî civînê bûn. 
 
‘JI BO POTANSIYELA ÇANDINIYÊ BAŞTIR BÊ NIRXANDIN HAT AVAKIRIN’
 
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl di civînê de axivî û got: “Me Konseya Çandiniyê ya Amedê ava kir da ku em potansiyela çandiniyê ya bajarê xwe baştir binirxînin û bidin nirxandin. Her wiha ji bo ku sektora çandiniyê li Amedê mezin bibe, domdarî û nirxa lêzêdekirî di navbera saziyên giştî de û taybet ên ku di sektora çandiniyê de kar dikin hevrêziyek were peyda kirin û stratejiyên mezinbûna sektorê werin destnîşankirin, lewma me pêwîstî bi vê konseyê dît.”
 
‘RÊVEBERIYA KONSEYÊ JI 9 SAZIYAN PÊK TÊ’
 
Yeşîl qala rêvebirina konseyê jî kir û wiha got: “Konseya me ya ku ji 68 endaman pêk tê, xwedî desteya rêveber a ji 9 kesan pêk tê ye. Konseya me dê bi avakirina desteyên şêwirmendî û komên xebatê yên ji pisporên mijarê pêk tên û bi piştgiriya saziyên giştî xizmetên xwe berdewam bike. Lijneya rêveber a konseya me ji Borsaya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Lijneya Koordînasyona Odeya Çandiniyê ya Amedê, Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Amedê, Odeya Veterîneran a Şaxa Amedê, Koperatîfa Perwerde û Karsaziya Jinan a Licê, Komeleya Hilberînerên Pembûyê ya Bismilê, Yekitiya Hilberandina Gamêşên Tovî, Şîr û Goştê Sor û Yekitiya Hilberandina Tov pêk tê. Ez ji dil bawer dikim ku hemû sazî û rêxistinên ku bi çandiniyê ve li Amedê kar dikin dê beşdar bibin û piştgiriyê bidin xebatên konseyê.”
 
Piştre Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî axivî û pirsên rojnamevanan ên der barê çandiniyê û damezrandina konseye de bersivandin. Civîn bi xwarina taşteyê bi dawî bû.