Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi zema nû ya li motorînê hatiye kirin re bihayê lîtreyê 40 TL derbas kir. 
 
Ji nîva şevê ve ji bo lîtreya motorînê 2 lîre û 23 qirûş zem hate kirin. Herî dawî di 7’ê cotmehê de bihayê lîtreyê 2 lîre û 92 qirûş hatibû daxistin. Lê bi zema dawî re bihayê lîtreya motorînê li Stenbolê derket 39,58 TL’, li Enqereyê derket 40,16 TL û li Îzmîrê jî derket 40,34 TL e.