DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir

img

STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê li dijî bêedaletiya di bacê de daxwazan eşkere kir û hemû aliyên daxwaza “edaleta bacê” dikin vexwend mitînga dê li Qada Kartalê li dar bixin. 

 
Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkildarî ku edalet di dahat û bacê de pêk were li avahiya xwe ya li Beşîktaşa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di civînê de axivî û diyar kir ku ji ber zemên tên kirin feqîrî zêde bûye û girêdayî vê yekê jî di dabeşkirina dahatê xerabûnek bi lez çêdibe. 
 
Çerkezoglû wiha got: “Ji ber pergala baca bêedalet bi kevçiyan didin û bi çoçikan bi paş ve digirin. Karker, kedkar û teqawîd di bin di bin enflasyonê de dipelçiqin û her çiqas meaş bên zêdekirin jî bi bacan paşve digirin. Karker jî û karsaz jî di heman rêjeyê de bacan didin. Karkerek ku di meha çile de hezar û 300 lîre heqê bacê daye di meha cotmehê de 3 hezar û 500 lîre heqê bacê dide.” 
 
Çekezoglû ji bo bac bi awayek edalet û hevsengî pêk were daxwazên konfedarasyona xwe eşkere kir û got wê DÎSK di 21’ê cotmehê de li Qada Kartalê mitînga bi dirûşma “Kedkar ji bo edaleta di bacê de kom dibin” li dar bixin û xwest hemû karker û kedkar beşdarî mitînga wan bibin.