Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye

img

WAN – Sendîkayê girêdayî KESK’ê yên Wanê diyar kirin ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo kedkaran hilbijartina ji hikumetê hesab pirsînê ye û li dijî tifaqa AKP û MHP’ê çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin. 

Sendîkayên girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Wanê anîn ziman ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de pêk bê dersa pêwîst dê bidin desthiladariyê. 
 
Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya KESK’ê ya Wanê Behçet Erçag diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê herî zêde kedkaran û karkeran daye û got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê li pêşiya me fersendek e. Em ê li gel partiyên muxalefetê cih bigirin. Tehamuliya desthilatdariyê li dijî daxuyaniyek me jî nîne. Her roja ku diçe zextên li ser me zêde dikin. Dê di 24’ê Hezîranê de ev hikumeta zordestiyê li me dike biçe û dê rê li ber jiyanek nû vebibe. Divê hemû kesên muxalîf û mezlûm dest bidin destê hev û xwe ji vê hikumetê rizgar bikin.” 
 
'ÇI BIKEVE SER MILÊ KEDKARAN AMADE NE’ 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL SEN) a Wanê Şukru Kaçici jî destnîşan kir ku di vê serdema OHAL’ê de 470 endamên wan hatine îxrackirin û wiha got: “Îxrackirina hevalên me parçeyek pêvajoya siyasî ye. Hemû kesî nesîbê xwe ji van pêkanînan girt. 24’ê Hezîranê roja hêvî ye. Di pêvajoya hilbijartinê de çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Li tu welatî di bin şertê OHAL’ê de hilbijartin li dar nakeve. Lê li Tirkiyeyê pêk tê.” 
 
'HILBIJARTINA HESAB PIRSÎNÊ YE’ 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (EGÎTÎM SEN) a Wanê Bedrî Yamaç jî anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê di her warî de tengav bûye û wiha axivî: “Ji ber desthilatdarî tengav bûye diçe biryara hilbijartinê girt. Êdî şansê vê desthilatdariya zordest nîne emrê xwe bidomîne. Ji bo destilatdariya xwe hin bêtir rewa bike serî li hilbijartina pêşwext da. Ev hilbijartin ji bo me fersendek e. Bi hezaran kedkar îxrac kirin. Ji ber vê yekê jî ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye. Dê desthilatdarî bi awayekî micid ji erdnîgariya Kurdistanê ders bigire.”