Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe

img
COLEMÊRG - Gelê Colemêrgê diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd krîza aborî ya li welat kûr bûye û wiha got: “Hemû dahat ji şer re tê xerckirin. Çareserî bidawîbûna şer e.”
 
Ji ber polîtîkayên desthilatê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Bihabûna dowîzê ya piştî êrişên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin didome. Krîza welat di nav de û polîtîkayên şer bi taybetî bandoreke neyînî li jiyana welatiyên li ser xeta sînor dikin. Li Colemêrga ku li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe ye, gel hewl dide di hawîra şer û krîza aboriyê ya ku her diçe kûr dibe jiyana xwe bidomînin. 
 
Yek ji welatiyan Kemal Elmas, diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aboriyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd berdewam bike dê li welat pirsgirêka çetebûn, nelirêtî, krîza aboriyê û pirsgirêka jinê berdewam bike.”
 
‘ÇIMA POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê’ 
 
Ciwanê bi navê Abdullah Yilmaz, bi lêv kir ku krîza aboriyê bandor li hemû welat kiriye û wiha got: “Li Colemêrgê derfetên di karekî bi mûçeya kêmtirîn û bisîgorte de bixebitî nîne. Li bajêr ne kargeh ne jî cihekî ku şertên mûçeya kêmtirîn bi cih bîne nîne. Şûna ku dê li hin bajaran bi dehan kargehan vekin bila li vir kargehekê vekin. Ciwan her tim li xeribiyê di bin şertên giran de dixebitin û mixabin ji ber vê yekê bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Ez 23 salî me lê tevî hemû serlêdanan jî hêj ji ÎŞKÛR’ê derfetê kar nehatiye bicihanîn. Kesên nikarin ji vê krîzê re çareyekê bibînin bila biçin li mala xwe rûnin.”
 
Yilmaz, destnîşan kir ku sedema kirîzê polîtîkayên ku desthilat bi rê ve dibin e û wiha berdewam kir: “Em her tim li sûkê di nava lêgerîna karekê de ne. Dema em li bajêr karekê nebînin, neçar dibin diçin hin bajarên din bixebitin. Lê em dixwazin bi malbatên xwe re bin. Divê pêşiyê li lêçûnên leşkerî bigirin. Em naxwazin şer çêbibe. Em piştevanên aştî û azadiyê ne. Em naxwazin kes bimire.”
 
‘DIVÊ AKP Û ERDOGAN BIÇIN’ 
 
Sergen Akkoç jî da zanîn ku piştî hilbijartinên di 14’ê Gulan û 28’ê Gulanê de rewşa welat her ku diçe xerabtir dibe û wiha got: “Ev gel birsî ye, ciwan bêkar in. Gel hatiye asta ku nikare nanekê ji mala xwe re bibe. Pereyê tirkî ewqas erzan bû ku bi 50 lîreyan zikê mirov têr nabe. Tenekeye rûn bûye 700-800 lîre, torbeyekî ar ji hezar lîre derbas bûye. Xureka herî erzan meqerne ye. Ma heta kengî em ê meqerne bixwin? Kîloya goştê sor gelek biha bûye. Kes nikare goştê sor bixwe. Çareserî jî çûyîna AKP’ê û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan e. Bawer bikin dema kesekî din hat wê welat aramtir be.”
 
‘ÊDÎ NEŞÊN DEBARA XWE BIKIN’ 
 
Haci Tore destnîşan kir ku êdî nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Niha di beruka min de tenê 20 lîre heye û bi vê jî tu tişt nayê kirin. Êdî em nizanin ka em ê çi bikin û çawa bijîn. Em êdî neşên fatoreyên xwe yên kire, ceyran û avê bidin. Ne tenê ez kes nikare debara xwe bike. Gel di rewşeke zor de ye. Mirovên ku nikarin nanekê bibin mala xwe. Em êdî neşên biçin cihekê bi kesekî re çayekê vexwin. Şûşeyeke çayê bûye 10 lîre. Di dikare çawa debara xwe bike di van şert û mercan de. Xudê qebûl neke. Sedemê vê krîzê dewlet e. Dewlet derfeta kar nade tu welatiyên xwe.”
 
‘HEMÛ ÇAVKANÎ JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN’ 
 
Hasan Sevî, anî ziman ku budçeya welat ji şer re tê veqetîn û wiha got: “Hûn li kîjan cure krîzê bigerin li vî bajarî heye. Colemêrg bûye navenda bingehîn a hemû krîzan. Rêveberiya AKP’ê hemû çavkaniyên li welat dizîn. Kes nizane pereyên li vî welatî bi ku ve çûne. Kesê feqîr her ku diçe feqîrtir dibe. Êdî neşên xwendekaran bidin xwendin. Du neviyên min hene me yek şand dibistanê yek jî neşiyan bişînin dibistanê. Ji ber ku derfetên min nînin. Çareseriya van hemû krîzan heye, ew jî bidawîbûna şer e. Hemû dahata Tirkiyeyê ji şerê Sûriyeyê û Iraqê re tê xerckirin. Hemû pereyî didin tank û topan. Çi karê Tirkiyeyê li ser axa kesekî din heye?”
 
‘GEL HER KU DIÇE FEQÎR DIBE’ 
 
Halît Tekîn ê teqawîtbûyî destnîşan kir ku êdî neşên debara xwe bikin û wiha got: “4 zarokên min hene nikarim debara xwe bikim.” Omer Ersîn jî diyar kir ku ji ber li gund qada jiyanê nemaye koçî bajêr kirine û wiha got: “Ji gundên me yên çavkaniya me ya jiyanê bûn ber bi bajaran ve koçber kirin. Li bajaran krîz heye. Li vir kar nîne. Gel her ku diçe feqîr dibe.”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz