Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê xwemalîkirina xwaringehên li nexweşxaneyan protesto kirin û gotin: “Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemaweriyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.” 
 
Sedîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) têkildarî xwaringehên nexweşxaneyan ku hatine xwemalîkirin û qalîteya xwarinê nemaye, bi dirûşma “Xwarina bi tenduristî, hijyen û têrkirî maf e” çalakî li dar xist û dewrkirina xwaringehan ya ji bo şirketan protesto kir. 
 
Endam û rêveberên şaxên SES’ê yên Amed, Mêrdîn, Antalya, Îzmîrê û gelek bajarên din li ber nexweşxaneyan kom bûn û xwemalîkirina xwaringehên nexweşxaneyan protesto kirin. Kedkarên tenduristiyê gotin, “Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemaweriyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.”