Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin

AMED - Cotkarên ku garis çandine daxwaz kirin ku bihayê tona garis ku hatiye diyarkirin were zêdekirin û heke pirsgirêk neyê çareserkirin dê dest ji cotkariyê berdin. 

 
Li Amedê û derûdora wê werza çinîn ango palehiya garis e. Cotkarên ku çandina garis dikin nerazîbûn nîşanî 6 hezar lîre ku ji bo tona garis hatiye diyarkirin dan. Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO) vî bihayî diyar kiriye û cotkar li dijî vê nerazî ne. Sala par mesrefa tona garis 5 hear û 700 lîre bû lê îsal mesrefa wê li ser cotkaran bûye 8 hezar û 557 lîre. Cotkaran û Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglû diyar kirin ku bihayê ku TMO’yê ragihandiye cotkaran mexdûr kiriye. 
 
COTKARÊN GARIS NERAZÎ NE 
 
Suleyman Îskenderoglû diyar kir ku cotkarên ku garis çandine nerazî ne û gotk u cotkaran kîsek garis di sala 2022’yan de bi 450 lîreyî dikirîn lê di sala 2023’yan de kîsek garis bûye hezar û 150 lîre. Îskenderoglû da zanîn ku sala par lîtreya mazotê 19 lîre bû lê niha bûye 40 lîre û got: “Bihayê gübreye ji 9 hezar lîreyî derketiye 19 hezar lîreyî. Ji bo derman jî em mehkûmî derve ne. Li ser vê yekêj î TMO radibe fiyetek pêkenok diyar dike. Niha li gorî piyasa serbest maliyeta garsi 4 hezar û 800 lîre ye. Ev rewş dike ku cotkarên li derveyî welat kêfxweş bibin.” 
 
‘DIVÊ POLÎTÎKAYA ÇANDINIYÊ WERE GUHERTIN’ 
 
Îskenderoglû destnîşan kir ku divê polîtîkaya çandiniyê demildest were guhertinû wiha axivî: “Divê stratejiyek girîng were sepandin. Divê ji polîtîkaya çandiniyê heta polîtîkayên destekkirinê bi temamî were guhertin û divê qada çandiniyê revîzyonekê bibîne. Cotkaran bi polîtîkayên şaş ên kirînê sala par garisê ku bi 5 hezar û 600 lîreyî dikirî di dema wê de dernexist piyasayê. Niha li Amedê garisê sala 2022’yan di depoyên bilîsans ên 175 hezar ton de ye. Niha ku garisê sala 2022’yan hebe, wê garisê sala 2023’yan çawa were depokirin. Hecma giştî ya Amedê 350 hezar ton e lê nîvê vê hecmê di dopoyan de garisê sala par e û yên mayî jî bi genim tije kirin e. Niha di dopoyan de cih nîne. Bi vê yekê re bihayê ku hatiye diyarkirin hem cotkaran xemgîn kirye hem jî hêrsa wan rakiriye. Divê ku Wezareta Çandiniyê daxwazên me li ber çavan bigire û tona garis derxe 10 hezar lîreyî.” 
 
‘HETA DU SALAN DÊ COTKARÎ BIQEDE’ 
 
Cotkarên li gundê Farê yê bi ser navçeya Bajarê Nû ya Amedê ve ku garis çandin e jî ji ber bihayê garis ku hatiye diyarkirin, bi gilî û gazin in. Şevket Baran (71) ku 38 sal in cotkariyê dike wiha got: “Me sala par tona garis bi 5 hezar û 700 lîrey firot. Buhayê gubre sala par 12 lîre bû, îsal bûye 16 lîre. Cotkar dê çawa bedêla gubre, mazot, derman, avdaniyê bidin? Heke heqê van bide, tiştekî cotkar namîne. Wê demê me kîloyek genim difirot û lîtreyek mazotê dikirî. Niha heke em 8 kîlo garis bifroşin hê jî em nikarin lîtreyek mazotê bikirin. Gubre, derman, her tişt du sê qat zêde bûye. Pere bi mal û milkê cotkar nadin. Heke çareserî neyê peydakirin dê heta du salan çandinî biqede.” 
 
GUBRE BIHA BÛYE GARIS ERZAN E
 
Mehmetşah Obus (56) jî bertek nîşanî fiyeta TMO’yê ku diyar kiriye da û got: “30 sal in ji serê sibehê heta êvarê ez vî karî dikim. Tiştek di destê me de nîne. Gubre gelek biha bûye. Lê garis gelek erzan tê kirin. Bila çareyekî ji me re peyda bikin. Heke wisa bidome em ê dest ji vî karê cotkariyê berdin.” 
 
‘DIVÊ KU RAYEDAR LI SER VÊ MESELEYÊ BISEKININ’
 
Alî Baran ê 30 salî jî nerazîbûn nîşanî bihakirina mazot, gübreye da û wiha got: “Heke ev rewş wisa berdewam bike em ê dest ji cotkariyê berdin. Divê rêveberên dewletê li ser vê meseleyê bisekinin. Çimkî li welatekî cotkarî rabe, wê her tişt biqede. Heke nikarin birêve bibin bila Serokkomar dest ji wezîfeya xwe berde.” 
 
‘KARA ME HEQÊ MESREFAN DERNAXE’
 
Hamza Ozateş (34) jî diyar kir ku êdî kar û barê cotkariyê gelek zehmet bûye û got: “Mesrefên em li çandiniya xwe dikin gelek biha ye. Kara em bi dest dixin heqê mesrefên me dernase. Em hatine wê merheleyê ku em dest ji cotkariyê berdin. Di van şert û mercan de ne mimkûn e em pere qezenc bikin. Divê rêveberên Wezareta Çandiniyê demildest li ser vê meseleyê bisekinin. Heke nikarin fiyetan rast bikin bila tavilê ji kar bên avêtin.”