Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû

img
ENQERE - Li gorî daneyên IMF’ê; rezerva zêr a Tirkiyeyê di meha tîrmehê de daket 21,28 milyon onsan. 
 
Li gorî daneyên Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) rezerva zêr a Tirkiyeyê di meha tîrmehê de kêm bûye. Rezerva onsê ku mehek berê 21,53 bû, di tîrmehê de daket 21,28 milyon onsan. Di qeydên IMF’ê de rezerva Tirkiyeyê ya zêr a dawiya sala par weke 25,30 milyon ons hatibû tespîtkirin. Rezerva zêr bi qasî 4,12 milyon onsan kêm bûye û zêrê ons bi hezar û 895 lîreyan tê firotin.