Zem li motorînê hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê lîtreya motorînê lîreyek zem hate kirin. 
 
Zemeke nû ji bo sotemeniyê hate kirin. Ji bo bihayê lîtreya motorînê lîreyek zem hate kirin û ev zem ji nîva şevê û pê de derbasdar e. Li gorî EPGÎS’ê bi zema dawî re bihayê mazotê yê li Stenbolê ku bi 36,80’ê lîreyan dihat firotin bû 37,80 TL. 
 
Beriya hilbijartina 14’ê gulanê bihayê lîtreya benzînê li Stenbolê bi 19,81 û yê motorînê 18,58 TL bû. 
 
Di nava 3 mehên piştî hilbijartinê de ji bo benzînê ji sedî 90,5 û ji bo motorînê jî ji sedî 103,7 zem hate kirin.