Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike

img
STENBOL - Aborîzan, Bahadir Ozgur bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li ser krîza aborî, hilbijartina zordest û wiha got: "Kriza aborî bi destê AKP'ê ji sala 2009’an û heta niha gav bi gav mezin dibe. Ji ber krîza aborî biryara hilbijartina  zordest stendin. AKP dixwaze beriya kriza aborî pêşeroja siyasî teqez bike. 
 
Aborîzan  Bahadir Ozgur,  bal kişand ser kriza aborî û hilbijartina zordest û wiha got: "Du sedemên sereke yên Hilbijartina Zordest heye. Yek ji sedema sereke krîza aborî ye. Ya din jî operasyona li Efrinê ye. Ji sala 2010'an heta niha Tirkiye dikeve bin deynan. Her tişt bi dane û rakaman li holê ye. Tirkiye demek dirêj e ji fonên navneteweyi û pereyên germ sûdê digire. Sedema mezinbûna ji 7,5 fon û pereyên germ e. Lê dema ev ji dest diçin krîz ruyê xwe nîşan dide. Holdînga Ulker markayên ku li cîhanê qîmeta wan tune bi pereyên gelek mezin krî. Krediyê wan jî ji bankayên cemaweriyê temîn kir. Holdinga Doguş jî 150-160 otel û cihê şahiyê ava kirin. Ev ne cihê îstihdam û hilberînê ne. Lê krediyê hemûyan ji bankayên cemaweriyê temîn kirin. Ji bo aboriyê baş bidin xuyakirin zêde nepixandin. Tirkiye xistin bin deynê derve. Şîrket ketin bin deynê mezin. Tirkiye ket bin deynê mezin. 
 
‘DIVÊ TIRKIYE HER SAL 230 MILYAR DOLAR PERE BIBÎNE
 
Ozgur, da zanîn ku divê Tirkiye her sal 230 milyar dolar pereyê nakît bibîne ku deynê derve bide û wiha got: "Tirkiye ji îsal û şûnde divê her sal 230 milyar dolar pereyê nakît bide deynan. Hatina me ya mîllî 800 milyar dolar e. Divê em ji 4 paran parek hatina Tirkiye bidin deynan. Vê rewşa aborî bandorek mezin li ser hilbijartina zordest kiriye. Balafirgeha 3'emîn û Pira te avakirin û projeyên înşatê êdî bandorê li ser çerxa aboriyê nake. Dibe ku banka û şirketên taybet têk biçin. Ji diroka Komare heta niha Tirkiye herî zêde niha sermaye ji destê xwe derxistiye. Krîz bi destê AKP'ê hêdî hêdî hat. Di sala 1994'an de pêla kriza aborî li cihanê xist. Bandora xwe li ser Tirkiye jî kir. Kirîza 2001'an krîzek şok bû. Lê piştî 2009’an û heta niha krîz bi destê AKP'ê pêş ket. Ji ber polîtikayên AKP'ê hêdî hêdî bi destê AKP'ê krîza aborî pêş ket. 
 
DI OPERASYONA EFRÎNÊ DE 500 MILYAR DOLAR XERÇ KIR
 
Ozgur, da zanîn ku banga û şîrketên mezin ên dikevin bin deynan, deynê xwe bi çavkaniyên dewletê didin û wiha got: "Minak pira û balafirgeha 3'emîn ava dikin, lê şîrket bikar tînin. Çavkaniya avakirinê ji dewletê û bikaranîn di destê şîrketan de ye. Bi qasî em dizanin di operasyona Efrînê de 500 milyar dolar xerç kirin. Yên em nizanin jî heye. Vê yekê hêj bandora xwe li ser aboriya Tirkiye nekiriye. Dê di demên pêş de bandora wê pir mezin xuya bibe. 
Sedema hilbijartina pêşwext yek jê krîza aborî ye. Ya din operasyona li dijî Efrînê ye. Tirkiye di bin şertê OHAL'ê de diçe hilbijartinê. Tu aliyê hiqûqî yê vê yekê tune ye. Ewlehiya hilbijartinê tune ye. Di dîroka Tirkiye de heta niha li fabrîqeyan ew qas karkeran kar berneda. Ji ber ku ev yek di çapemeniyê de nayê xuyakirin wekî ku tune be xuya dibe. Ev yek dê bandora xwe li ser hilbijartinê bike. Mehmet Şimşek du hefte berê bal kişand ser pirsgirêka aborî. Got 'Baranek tê û divê tedbîra wê bê stendin. IMF di têkiliyên xwe de her sal di dawiya salê de rapor aşkere dike.Diyar kir ku deynê Tirkiye gelek zêde ne. Têkilî pêre pêş nakeve. Tirkiye bi firotina fabrîqeyên Şekir dê hatinek mezin bi dest nexe. Ev ne Turk Telekom, Tupraş e. Ev nîşan dide ku piştî hilbijartinê bi IMF re li maseyê rûnê. Ger ku ev hikûmet vê hilbijartinê qezenç bike dê baroê wê bêtir giran bibe û krîza aborî mezintir bibe. 
 
Li bajarên ku fabriqeyên şekir hatin firotin ji sedî 55 deng dane AKP'ê. Li van bajaran meş çêbûn. Ev bê bandora xwe li ser sindoqan bike. Yên vî barî bidin ser xwe bajarên Anadolu û bajarên kurdan in. 
 
MA / Necla Demir – Bilal Seçkin