ŞIRNEX - Esnafên navçeya Cizîrê ku ji ber krîza aborî nikarin bazirganiyê bikin bertek nîşanî neçareserkirina krîzê dan û gotin: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev krîz jî çareser nebe.”
Li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û bi taybetî jî piştî hilbijartinan krîz hêj kurtir bû. Piştî hilbijartinên parlementeriyê û serokomariyê dolar bilind bû û bêqîmetbûna lîreyê tirk jî bandoreke neyînî li ser esnafan dike. Dolar û Euro yê ku her ku diçe bêhtir biqîmet dibe rewşeke neyînî jî bi xwe re tîne. Hikumeta heyî jî ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî bi tu awayî gavên çareseriyê naavêje û her roj zem li ser zemê dike. Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku derfetên kar kêm in, esnafên ku heyî jî ji ber dan û standin kêm e ber bi îflaskirinê ne. Li sûka tarî ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku salên beriya niha li navçeyê kolana ku herî zêde kar dikir bû, di van salên dawî de ji ber krîza aborî ber bi girtina dikanan ve diçe. Esnafên bajêr bertek nîşanî polîtîkayên hikumetê yên krîza aborî dan û gotin çareserî rawestandina şer e.
'OPERASYON BISEKININ DÊ KRÎZA ABORÎ JÎ NEMÎNE'
Ji esnafan Vezîr Dogan bi lêv kir ku qasî Tirkiye di şer de israr bike dê krîza li welat jî berdewam bike û wiha axivî: “Ev 40 sal in ez di vê kolanê de dixebitim. Ez bi xwe zebze difiroşim. Lê niha tu kar nîne û em betal in. Ji ber ku em nikarin zebze bistînin. Ev salek du sal in karê me sekiniye. Mazot biha bûye, xurek biha bûne. Ji ber wê kar nema ye ku em bikin. Heta ku ev operasyon, ev şerê li Iraqê, Suriyê bidome ev aloziye jî dê her berdewam bike. Heke wisa bidome dê dolar heta 30-35'an jî biçe. Heke ku dewlet mûzakere bike û bi HDP'ê re rûne pirsgirêkeke wiha em nakişinin. Heke ku ev operasyone bisekinin dê ev pirsgirêka ku em îro dikêşin jî çareser bibe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ev aloziye çareser nabe. Tenê balafireke şer radibe 3-4 trîlyon diçe. Tenê guleyek çend pereye. Ji ber wê divê ku serî de ev pirsgirêk bê çareserkirin da ku yên din jî çareser bibin."
'EM TENÊ HEQÊ NAN DERDIXÎNIN'
Di kolanê de Halîl Akdogan (40), ku kincên herêmî difiroşe jî anî ziman ku rewşa wan her roj xerabtir dibe û got: “Ev 25 sal in ez vî karî dikim. Salên beriya niha kar hebû, bazirganî hebû û xweş bû. Lê niha bazirganî nema ye. Çimkî îro tu tiştekî dikirî sibê tu lê dinêrî ew tişt zemkirine û biha bûye. Kesên ku tên wî tiştî dikirin jî gazinan dikin. Dibêjin,' çima giran bûye?' tiştek ji destê me nayê. Em jî heta êvaran li ber deriyê kargeha xwe rûniştine û êvarê deriyê kargehê digirin û diçin mala xwe. Bi zehmetî em ji malê re tiştek dibin. Niha çar malbat tenê debara xwe li ser vê derê dikin. Êdî em tenê heqê nanê xwe derdixîn. Weke berê em nikarin ji pêşerojê re pere kom bikin, tişteke wisa nema ye. Îro mûçeya kêmtirîn bûye 11 hezar. Torbeyê arî bûye 600 lîre. Ew niha rabin mûçeya min zêde bikin çiye, zêde nekin çiye. Êvarê divê ku ez herî kêm 9 nanan bibim malê. Ew pereyê ku tu distinî jî didî nan."
'MIROV DIKARE BI 150 LÎREYAN ÇI BIKE?'
Servet Çapan ê ku di heman kolanê de çayfiroşiyê dike jî axivî û got ku ew çar bira heta êvarê dixebitin lê heqê keda destê xwe nastinin û ev tişt anî ziman: “Ev 40 sal in ez vî karî dikim. Weke berê kar nema ye. Her tiştek biha bûye. Krîza aborî ji ber şer heye. Roja me bi xurtî derbas dibe. Di navbera îsal û salên berê de gelek ferq heye. Bihabûn heye, kar nîne. Em şer naxwazin, aramî dixwazin. Heke ku ev şer bisekine dê krîza aborî jî bisekine. Heta niha gelek esnafên di vê kolanê de kargehên xwe girtin. Berê tenê kar û danûstandin di vê kolanê de hebû lê niha miriye. Hêdî em nikarin xwe xwedî bikin. Kîloyek çayê 70-80 lîre bû niha bûye 210 lîre û koliya şekirê 400 lîre ye. Kîloya penîrî bûye 100 lîre. Em li vir 4 bira dixebitin roja me 150 lîre ye. Ka bêje mirov dikare bi 150 lîreyan çi bikire?”
'EM NIKARIN JI XWE RE KINC BIKIRIN'
Ciwanê bi navê Omer Yanik (26) jî bertek nîşanî zeman da û diyar kir ku ji vê rewşê herî zêde ciwan bi awayekî neyînî bandor dibin û got: “Îro kesek nikare ji xwe re kîloyek bacanan bikire, kesek nikare rûn bikire. Îro ji ber ku kar nîne herkes malê rûniştiye. Şaredariya me karkeran nastîne. Nivî dixwin û nîvî jî dizin. Ev ne edelet e. Em nikarin ji xwe re kinc bistînin. Ji vê krîzê re bese êdî. Em ciwan betal in, kar nîne. Îro kesên derdora Erdogan hemû dixwin û feqîr jî nikarin ji xwe re nan bikirin. Em dixwazin ku êdî erzaniyê bikin. Bila Tayip Erdogan wiha neke. Dewlet ji me çi dixwaze? “
‘JI CEJNÊ HETA NIHA GOŞT NEFIROTIYE'
Mehmet İhsan Efem (50), ku di sûkê de qesapxaneya wî heye, bi lêv kir ku ji ber ku dan û standin kêm e karê wan sekiniye û wiha got: “Ji cejnê ve min yek kîlo goşt nefirotiye. Ez her roj saet heftan kargeha xwe vedikim û heta saet heftî êvarî vekirî me û rûniştî me. Carna em mehê 3 hezaran kom dikin, carna jî em birçîne. Meaşê me nîne. Debar pir zehmet bûye. Sal bi sal xerabtir dibe. Par me pere peyda dikir îsal em nikarin peyda bikin. Par kîloya goşt 70 lîreyan bû niha bûye 180 lîre.”
'SERÊ KRÎZÊ ERDOGAN E'
Ji esnafên ciwan Yûnûs Başkûrt (22) ê bal kişand ser krîza aborî, diyar kir ku êdî tu tehemûla wan nema ye û wiha axivî: “Karê me sekiniye. Beriya niha kar hebû lê di van salên dawî de kar tune ye. Krîza aborî heye, her tiştek giran kirine. Kesên ku xîzan nikarin danûstandinê bikin. Par kîloya firingiyan 2-3 lîre bûn, niha bûye 20 lîre. Berê xelkê 20 kîlo firingî dikirîn, niha nîv kîlo jî nakirin. Berê hatin pir hebû, lê ji ber bihabûnê kes nayê. Serê vê krîzê Erdogan e. Em sê malbat debara xwe li ser vê derê dikin. Debar pir zehmet bûye bi zorê rojên xwe derbas dikin.”
'YÊN DEWLEMEND ZÊDETIR DEWLEMEND DIBIN'
Yek ji esnafan Servet Cabaz (50), jî got ku ew êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin û da zanîn ku li gel bilindbûna dolar û euro tu qîmeta pereyê tirkî nema ye. Cabaz ê anî ziman ku ew her roj bi zemekî çavê xwe vedikin, daxwaz kir ku ev pirsgirêke çareser bibe û wiha got: “Siyasetmedarên me di roja hilbijartinê de tên deng dixwazin û pişt re diçin pereyên xwe distînin dixwin û nema rewşa me dipirsin. Yên xîzan xîzan dibin, dewlemend jî dewlemendtir dibin. Hiqûq nîne, edalet nîne.”
'ABORIYA TIRKIYEYÊ HILWEŞIYA'
Ji welatiyan Ahmet (68), jî nerazîbûn nîşanî krîza aborî ya heyî da û got: “Desthilat dikare fiyatan kêm jî bike û bilind jî bike. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Heke ku bixwaze dikare çareser bike."
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş