TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - KESK, DÎSK û kedkaran bertek nîşanî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê dan û wiha gotin: “Daneyên li ser sîparîşa AKP’ê hatin parvekirin rastiyê venabêjin.” 

 
 
 
 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Sendîkaya Teqawidan a Tum (Tum Emeklî-Sen), li gelek bajaran daneyên enflasyonê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) protesto kirin. 
 
ENQERE 
 
Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê têkildarî daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê li pêşiya TUÎK’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Reqemên tên dayîn derew in, xizanî rastî ye! Em heqdestekî bi têrî jiyaneke mirovane bike dixwazin” hate vekirin. Berdevkê demê yê platformê Cemal Erdogan bal kişand ser daneyên TUÎK û Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) û wiha got: “Di serî de yên mûçeyê kêmtirîn digirin, em ji hemû kesên di bin bihabûna her tiştî û zeman de dieciqin dipirsin, gelo ji van kîjan enflasyona te ye?”
 
LI SER SÎPARÎŞÊ HATIN PARVEKIRIN
 
Erdogan, got ku daneyên TUÎK’ê li ser “sîparîşa” AKP’ê hatine parvekirin û ev tişt anî ziman: “Lê ya ku me eleqedar dike ne daneyên TUÎK’ê ya li ser sîparîşa îktîdarê hatine parvekirin lê enflasyona em bi rastî jî dijîn me eleqedar dike. Tirkiye, veguherandin welatê mûçeyê kêmtirîn. Banga min ji bo hemû kedkarên cemaweriyê ew e ku mil bidin milê me û em pêşî li ber vê hejariyê bigirin û ji vê lîstika tê lîstin re bibêjin êdî bes e. Xwe bi daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê nexapînin. Tekane rê ew e ku em ji bo heqdestekî ku em bikarin pê mîna mirovan bijîn têbikoşin.” 
 
DÎSK: TUÎK BI REQEMAN DILÎZE 
 
DÎSK’ê jî li pêşiya TUÎK’ê çalakiya rûniştinê li dar xist. Seroka DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xelet hesabkirina enflasyonê bi xwe re xespkirina mafên bi milyonan kedkaran tîne. Enflasyon ne mijareke îstatîstîkî ye. Ne tenê ji reqeman pêk tê, pariyê nanê gel e. Lewma em îro li pêşiya TUÎK’ê ne. Her ku TUÎK bi reqeman dilîze, pariyê nanê bi milyonan kesan biçûk dibe û dahata bi milyonan kesan kêm dibe.” 
 
AMED 
 
Endamên Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî li pêşiya TUÎK’ê ya li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûr a Amedê hatin ba hev. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Em dixwazin mîna mirovan bijîn” hate berzkirin. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Weşan Ragihandin û Postayê (Haber-Sen) Mesût Balcan axivî û got ku daneyên TUÎK’ê rastiyê venabêjin. Balcan, diyar kir ku xelk nikare debara xwe bike û sînorê birçîtiyê derketiye 15 hezar lîreyan. Balcan, bi domdarî wiha got: “Mûçeyên kedkarên cemaweriyê li hemberî enflasyona heyî dihelin. 15 sal berê bi 15 mûçeyan avahî dihat kirîn lê niha bi 100 mûçeyan jî avahiyek nayê kirîn. Em ê li her çar aliyên Tirkiyeyê li qadan bin û têbikoşin.” 
 
Bi heman boneyê li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û Stenbolê jî daxuyanî hatin dayîn.