Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin

img
SETNBOL - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Turan diyar kir ku AKP ji bo fînansekirina îktîdara xwe civakê bêhtir xizan dike û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên li Tirkiyeyê bi dawî nebin.” 
 
Pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û israra di polîtîkayên şer de li Tirkiyeyê krîza aborî roj bi roj kûrtir dike. Lêçûnên şer bandoreke neyînî li ser tevahiya civakê dike û civak roj bi roj bêhtir xizan dibe. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar Ridvan Turan têkildarî polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê û bandora wan a li ser civakê axivî. 
 
‘ÎKTÎDARA XWE YA SIYASÎ FÎNANSE KIR’
 
Turan, diyar kir ku di 21 salên îktîdara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan de 600 milyar dolar pereyê nakît ketiye Tirkiyeyê û wiha got: “Lê ev pereye ji bo zanist, teknolojî û hilberînê nehat xerckirin. Erdogan ev pereye ji bo fînansekirina îktîdara xwe ya siyasî bi kar anî. Ji bo sûdê jê bigire, sermayeya înşaetê bihêz kir. Erdogan normên aboriyê yên navneteweyî tune hesiband û hewl da qeydên nû ava bike. Ji bo dema dirêj jî aboriya Tirkiyeyê tiştek li aboriyê zêde nekir, xwe nespart zanistê û zêdetir li ser bingeha sermayeya înşaetê girt.” 
 
SEDEMA KRÎZÊ: POLÎTÎKAYÊN ERDOGAN IN
 
Bi domdarî Turan anî ziman ku krîza aborî eleqeya xwe bi geşedanên navneteweyî heye û wiha pê de çû: “Du sedemên sereke yên zêdebûna kur a li welêt hene. Ya yekemîn pandemî ye û ya duyemîn jî şerê Rûsya-Ûkraynayê û geşedanên li Sûriyeyê ne. Her wiha polîtîkayên heyî jî bûye sedem ku krîz derkeve. Sedema bingehîn a krîzê, polîtîkaya faîz-enflasyonê ya Erdogan e. Anku gotina faîz dibe sedema enflasyonê, bi xwe re ev encam anî. Gotin dema faîz dikeve dê enflasyon jî bikeve. Lê me dît ku ji ber bandora bazê enflasyon nakeve. Di daneyan de enflasyon weke ku ketibe xuya dike lê bandorê li kolanan û fiyetên etîketan nake. Faîz, amûrekî polîtîkayên pere ye û Banka Navendî bêwate kir. Anku di rewşên asayî de dema kur zêde dibe, faîz tê zêdekirin. Bi vê yekê re pere li bankê tê bikaranîn û faîz jî berê xwe dide vê. Kur dihat stabîlîzekirin lê ev amûrên pereyî bi polîtîkayên Erdogan hatin tunekirin. Vê jî kir ku kur her tim bilind bibe.” 
 
BANDORA ABORIYÊ YA LI SER ÇANDINIYÊ
 
Di berdewamê de Turan bi lêv kir ku çandinî û kurên dovîzê rasterast girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Tiştên weke mazot û gubreyî yekser girêdayî dovîzê ne. Heke kur her tim bilind bibe, di çandiniyê de maliyeta enflasyonê zêde dibe. Dema ev dibe jî tiştên li kolan û bazarn bihatir dibin. Welatiyan hewl dan hêj tişt biha nebûyîn bikirin. Bi vê yekê re daxwaz zêde bû. Yek ji sedema bihabûna tiştan jî ev bû. Vê rewşê Tirkiye xistiye halekî wisa ku êdî aboriya wê nekare tiştekî hilberîne. Îthalata di çandiniyê de pir zêde bû. Ev rewş hem ji bo Tirkiye û hem jî çoltarên Kurdistanê derbasdar e. Êdî cotkarên me hema hema çandiniyê nake. Deynê ji derve zêde bû. Êdî roj bi roj tiştên tu dikirî ji tiştên tu difiroşî zêdetir bûn. Di dawiya dawî de jî bûdçeyê zêde li kêmiyê da.” 
 
‘ŞER BI GELAN DIDE WINDAKIRIN’ 
 
Turan, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar daxuyaniyên weke ‘em ê refahê zêde bikin’ dide. Lê tu wateya van gotinan nîne. Bi guherandina wezîrê xizîne û darayî re dê nekarin rê li ber krîzê bigirin. Heke îktîdar bixwaze pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî çareser bike, divê dev ji polîtîka şer û pevçûnan berde. Mezintirîn pirsgirêk, pirsgirêka kurd e û bandorê li hemû qadan dike. Divê pirsgirêka kurd li ser bingehekî demokratîk were çareserkirin. Şer, bi hemû gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane neyê çareserkirin dê ev krîz bi dawî nebin. Beşekî mezin a pariyê di qirika me de diçe xwarê, ji bo milîtarîzmê tê xerckirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar