Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin

img
MÊRDÎN - Cotkarên Deşta Mezopotamyayê ji ber qeyda xwe li TMO’yê çênekirine nikarin zadê xwe bifiroşin. Hat zanîn ku LÎDAŞ zad bi erzanî ji cotkaran dikire û bi awayek biha difiroşe TMO’yê. Cotkaran got ew dixebitin TMO jî kar dike. 
 
Çinîna zad li berî ango deşta Mêrdînê berdewam dike. Îsal xêrûbera zad û qelîteya wê baş e. Lê rewşa ne zelal a li piyasayê cotkaran jî ber bi nezelalbûnê ve dibe. Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO), bihayê ceh serê tonê 7 hezar, bihayê genimê nan anku arvan jî serê tonê 8 hezar û 250 TL eşkere kir. Cotkarên ku qeyda wan li Pergala Qeydê ya Cotkaran (ÇKS) heye jî wê serê tona ceh hezar TL û serê tona genim jî hezar TL prîm werbigirin. Bi vî awayî tonek ceh bi 8 hezar lîre û tonek genim jî bi 9 hezar û 250 TL hatiye diyarkirin. 
 
Li bazarên genim jî ji bilî bihayê ku TMO’yê eşkere kir, cotkar dikarin kesên ku ji wî bihayî lîreyek du lîre kêmtir bikirin jî peyda bikin.  
 
COTKAR NIKARIN RANDEVÛYÊ BISTÎNIN 
 
Tevî ku bihayê hatiye diyarkirin jî cotkarên ku nikarin qeyda xwe li pergala randevûyê ya TMO’yê çêkin, hatine wê astê ku nikarin genimên xwe bifiroşin. TMO û Şîrketa Anonîm a Depovaniya Bilîsans (LÎDAŞ) bi hev re peymanên wan hene. Li embar anku depoyên LÎDAŞ’ê bi hinceta ku garis têde hene cihê genim nîne û genime cotkaran di destê wan de ma. Cotkarên ku hewl didin deynên xwe bidin û xwe ji bo demsala bê amade bikin neçar dimînin ku genimên xwe bi erzanî bifiroşin. 
 
Li ser banga cotkaran Midûrê Giştî yê TMO’yê Ahmet Guldal pêr hat Mêrdînê û li Navenda Hububatê ya Qoserê daxuyanî da û ji cotkaran re got: “Bila cotkar ecele nekin û zadê xwe erzan nefiroşin. Em li Mêrdînê cihê danûstandinê û kapasîteya depoyên xwe çend qat zêde dikin.” 
 
COTKAR ZIRAR DIKE, LÎDAŞ QEZENC DIKE 
 
Cotkar ji ber pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin zadên xwe difiroşin têcirin zad û xwediyên LÎDAŞ’ê û ji cotkaran agahiyên ÇKS’ê tên xwestin. 
 
Li gorî îdiayê: xwediyên LÎDAŞ’ê zadên ku bi bihayek kêm ji cotkaran kirine bi ser bihayê ku TMO’yê diyar kiriye re dibin vala dikin depoyên wê. Xwediyên LÎDAŞ’ê hem bi erzanî zad dikirin û agahiyên ÇKS’ê jî ji bo xwe bikar tînin. Bi vî awayî prîmê ku TMO dide cotkaran jî ji xwediyên LÎDAŞ’ê re dimîne. Bi vî dekûdolabê re cotkar zirar dikin û xwediyên LÎDAŞ’ê jî kar dikin û dewlemend dibin. 
 
‘AGAHIYA RANDEVÛYAN DIDIN BAZIRGANAN’ 
 
Cotkarê bi navê Îbrahîm Sariyer da zanîn ku her sal ji ber vê yekê di navbera cotkaran û TMO-LÎDAŞ’ê de pirsgirêk diqewimin û lê îsal ev pirsgirêk bêtir xwe da nîşandan. Sariyer anî ziman ku beriya cotkaran agahiya bazirganan ji randevûya TMO’yê çêdibe û cotkar nikarin zadê xwe bifiroşin dewletê lê bazirgan dikarin zad bifiroşin û cotkar tên mexdûrkirin. 
 
Sariyer da zanîn ku Midûrê Giştî yê TMO’yê li şûna ku bi cotkaran re civîn bike bi bazirganan re civîn dike û got: “Daxuyaniyek ku wê feydeyê bide cotkaran nekir. Cotkar neçar in zadê xwe bifiroşin. Mesrefên ku kirine bi deyn kirine, neçarin deynên xwe bidin. Xwediyên LÎDAŞ’ê bi bihayê piyasayê zadên cotkaran dikirin, lê li ser Pergala Qeyda Cotkaran li ser navê cotkaran difiroşin LÎDAŞ’ê. Anku ji wê ferqa di navbera bihayê piyasayê û bihayê ku dewletê eşkere kiriye de feyde li wan dibe.”
 
‘COTKAR NIKARIN ZADÊ XWE BIFORIŞIN TMO’YÊ’ 
 
Sekreterê Odeya Zîraatê ya Qoserê Sedat Ayyildiz jî diyar kir ku cotkar nikarin zade xwe biforşin TMO’yê û ev tişt anî ziman: "Fiyet hat eşkerekirin. Ne li gorî daxwaza me bû lê dîsa jî bi prîm anku desteka ku wê bidina re mirov dikare bêje baş e. Lê tengezariya cotkaran ew e ku nikarin zadên xwe bifiroşin TMO’yê û di pergala randevûyê de tengezariyan dikişînin. Kapasîteya TMO’yê kêm e. Lewma cotkar jî zadên xwe difiroşin piyasa serbest. Bixwazî nexwazî akgorên piyasa serbest jî bi erzanî zad ji cotkaran dikirin û armanc dikin ku bêtir kar bikin. Bi vî awayî çerxek digere.” 
 
‘FIROTIN LI SER NAVÊ COTKARAN TÊ KIRIN’
 
Ayyildiz destnîşan kir ku xwediyên LÎDAŞ’ê û bazirgan ji berê ve haya wan ji randevûyê tê çêkirin û bi vî awayî pergala randevûyê tê girtin û li ser agahiyên ÇKS’ê zad difiroşin TMO’yê û xwediyên LÎDAŞ’ê ji bo kar bikin serî li her rêbazî didin. Ayyildiz da zanîn ku divê cotkar ji bo firotina zadên xwe ecele nekin û bi qasî hewcedariyên xwe firoşe û yê mayî jî bidin sekinandin û bi awayî dikarin hevsengiya piyasayê çêkin. 
 
‘COTKAR KETINE DESTÊN KEYSPERESTAN’ 
 
Serokê Yekitiya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey jî rewşa ku cotkar pê re rû bi rû ne nirxand û diyar kir ku divê pergala randevûyê ya TMO’yê di zûtirîn demê de bê vekirin û got: “Em dizanin ku li hin embaran garis heye. Di heyama çinînê de li şûna ku garisê cotkarên xwecihî bê bikaranîn, lê ewilî garisê îthal li piyasayê belav kirin. Ji ber vê sedemê li hin embaran hê jî garis heye. Lê belê li gorî lêkolîna me, di depoyan de cîh heye. Ji ber ku randevû bi awayekî hatine girtin cotkar nikare xwe bigihîne pergala randevûyê. Ji ber vê yekê cotkarê ku nikaribe genimê xwe bifroşe, di bin rehma kesên keysperest de ye. Xwediyên LÎDAŞ'ê dibêjin cih nemaye lê ji cotkaran distînin û dikin embarên xwe. Piştre jî vediguhezînin embarên ku LÎDAŞ’ê bi kirê kirine.”
 
MA / Ahmet Kanbal