Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin

img
ERDEXAN - Esnafên Golanê diyar kirin ku her roj bi zemên nû hişyar dibin û wiha bertek nîşan dan: “Ji bo ku ev krîz ji holê rabe divê îktîdar biguhere. Ji bilî vê tu rêyên din nînin.” 
 
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê roj bi roj girantir dibe. Lîreyê tirk piştî hilbijartinan her ku diçe li hemberî dolar û euro bêhtir bêqîmet dibe. Lewma di serî de xurekên sereke, hema hema li hemû tiştan zem hate kirin. Zemên li pey hev tên kirin, hêza kirînê ya xelkê jî kêm kir û esnaf nema dikarin debara xwe bikin. Esnafên navçeya Golan a Erdexanê diyar kirin ku piştî hilbijartinan êdî nikarin tiştekî bifiroşin û êdî ditirsin ji mişteriyên xwe re fiyetên tiştan bibêjin. 
 
‘HER ROJ EM BI ZEMÊN NÛ HIŞYAR DIBIN’
 
Ji esnafên navçeyê zexîrevan Topçu Karataş diyar kir ku telîsê arvanî derketiye bi 600 lîreyan û ev tişt anî ziman: “Ji ber zemên tên kirin, mercên jiyanê gelek nebaş bûne. Gelo ma dê gel çi bike? Di bin van zeman de pişt li xelkê şikest. Em nikarin bihayê tiştan ji xelkê re bibêjin. Mirov êdî her tiştekî bi deyn digirin lê nikarin bidin. Em nikarin deynên xwe bigirin. Piştî hilbijartinê ji bo mazotê zem hate kirin. Dolar rabû, ji bo arvan û êm zem hate kirin. Dema mirov ji bo kirîna tiştan tên, berteka ‘hûn li gorî serê xwe zemê dikin’ nîşanî me didin. Ji ber ku her roj bi fiyeteke cuda dikirin.” 
 
‘BIHA DIKIRIM Û BI ERZAN DIFIROŞIM’
 
Xwediyê loqanteyê Aşkin Yilmaz jî got ku ji ber zemên hatine kirin, neçar man ku di nava salekê de porsiyona xwarinê ji 13 lîreyan derxînin 80 lîreyan. Aşkin, wiha domand: “Mixabin nikarim mesrefa xwe ya lêçûnên nava rojê derxînim. Mişterî xwarinê dixwe û dema tê hesabê bide, ez şerm dikim bihayê xwarina wî jê re bibêjim. Malzemeyê biha dikirim û bi erzanî difiroşim. Dixwazim ev pergal êdî bi dawî bibe. Heke pêşî li diziyan neyê girtin dê ev zem bidomin. Ji bo ev krîz bi dawî bibe divê ev îktîdar biguhere. Ji bilî vê tu rêyên din nînin.” 
 
‘ZEM BANDOREKE GIRAN DIKIN’
 
Ji esnafan Guven Şîmşek jî bal kişand ser bandorên krîza aboriyê û wiha bertek nîşan da: “Em nikarin şûna tiştên me îro firotine tije bikin. Îstatîstîkên tên parvekirin rastiya enflasyonê nîşan nadin. Em di nava vî karî de ne lewma baş dizanin bê ka enflasyon çiqas e. Hatiye astekî wisa ku êdî 5 Tl bûye 5 qirûş. Hema hema tu tiştekî bi 5 TL’an nema ye. Hemû kes di ferqa vê de ye lê hêj jî naxwazin bawer bikin. Ji bo berhemên çandiniyê zemekî nû hatibû kirin û demek piştre dê dîsa zem were kirin. Ev rewş dê bandorekî giran li kesên xizan bike. Li welêt jixwe bêkariyeke zêde heye û kesên bêkar bênavber koç dikin. Di salên berê de min her hefteyê bi koliyan tişt ji bo dikanê dikirîn lê îsal her hefteyê tenê dikarim koliyekî tiştan bikirim. Ev rewş dê bandorekî mezin li me û gel bike.”