Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir

img
STENBOL - Kenan Gungordu yê bi hinceta “Sererastkirina teşeronê” ji Şaredariya Zeytînburnu hat avêtin, ji bo paşve vegere karê xwe, li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û got, “Dê çalakiya wî berdewam bike.”
 
 11 karkerên taşeronê yên Şaredariya Zeytînburnu di çarçoveya “Sererast kirina tereronê” de ji kar hatin avêtin.  Karkerê binavê Kenan Gungordu, li dijî biryara ji kar avêtinê, li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Gungordu, pankarta “Em ked û karê xwe paşve dixwazin” û “We got emê taşeronan bikin kadro lê we em ji kar avêtin.” Platforma Şaxa KESK’ê ya Stenbolê û xebatkarên Şaredariya Beşîktaşê piştgirî dan çalakiyê. 
 
Kenan Gungordu yê ji kar hat avêtin, diyar kir ku mafê wî yê herî xwazayî ji destê wî hat girtin û wiha axivî: “Em karê xwe paşve dixwazin. Tu pirsgirêka me ya ewlekariyê tunebû. Ligel vê yekê jî em ji kar derxistin. Divê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN 
 
Gungordu, piştî axaftina xwe, li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û wiha got: “Li ber şaredariyê ezê her roj saetekê çalakiya rûniştinê pêk bînim. Heya dawiya emrê xwe ezê têkoşîna xwe berdewam bikim. Çi gava min encamek bi dest xwist ezê dawî li çalakiya xwe bînim."