Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir

img

MÊRDÎN - Li Mêdînê zeviyê ewil ê ceh hat çinîn. Hat diyarkirin ku xêr û bera îsal li gorî salên din gelek zêde ye. 

 
Li navçeya Qosera Mêrdînê çinîna ewil a salê ya ceh hat kirin. Çinîna ceh li gundê Remoka bi ser navçeya Qoserê ve hat kirin. Sala par serê donimê 80 kîlo ceh jê hatibû lê hat gotin îsal serê donimê 300 kîlo ceh jê hatiye. 
 
Ev zevî yê Mehmet Cana Ataser e. Ataser anî ziman ku bi giştî 12 hezar ton ceh ji zeviyê wî hatiye û cehê xwe bir Navenda Hububat û Bazirganiyê ya Qoserê. Ji dikandaran Şemsettîn Tekîn tona ceh bi 7 hezar û 600 lîreyî ji Mehmet Can Ataser kirî. 
 
Navenda Hububat û Bazirganiyê ya Qoserê û Komeleya Zahîrecîler îsal jî wek her sal debra ceh bi zêrê reşadî hat xelatkirin. Serokê Komeleyê Mehmet Şerîf Oter diyar kir ku debra ceh îsal sê qatê salên din e û cehê îsal ji yên salên bihûrî biqalîtetir e. Oter da zanîn ku ew li bende nek u bihayê kirîna ceh were eşkerekirin.