Dovîz rabû, TL bêqîmet bû

img
ENQERE - Dolar derket 19,53 lîreyan, euro jî derket 21,43 lîreyan. TL jî roj bi roj bêhtir bêqîmet dibe. 
 
Dolar û euro ji roja ewil a hefteyê heta îro bilind dibe. Di 8’ê gulanê roja duşemê de dolar bûbû 19,51 TL, di 9’ê gulanê de derket 19,52 TL’an. TL îro jî li hemberî dolar bêhtir bêqîmet bû. Dolar îro derket 19,53 TL’an. Her wiha euro jî li hemberî TL’ê her ku diçe zêdetir dibe. Di 9’ê gulanê de derket 21,43 TL’an.