Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede

img
ÎZMÎR - Li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bi beşdariya hezaran kes 1’ê Gulanê hat pîrozkirin û dirûşma “Tayîp wê biçe ev kar wê biqede” hat berzkirin. 
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li dar xist û rojê pîroz kir. Ji Lîmakê, Borsa û Qada Basmaneyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl heta Qada Gundogdûyê meş hatin lidarxistin. Di meşê de pankartên parastina kedê hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin. 
 
'TAYÎP WÊ BIÇE EV KAR WÊ BIQEDE’ 
 
Di meşên bi hezaran kes tev li bûn de bênavber dirûşmeyên “Tayîp wê biçe ev kar wê biqede”, “Kartol, pîvaz oxir be Erdgogan” û “Bijî yekê Gulanê” hatin berzkirin. 
 
Hunermend bi erbane, dahol û zirneyên xwe hatin qada mitîngê. Jinan jî bi daxwaz û nerazîbûnên xwe di meş û mitîngê de cih girtin. 
 
'EM Ê DI DEMEK NÊZÎK DE PERGALÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Nûnerên sendîkayan û Komîteya Amadekar di mitîngê de gel silavkirin û pankarta “Bi xatirê we hûn diçin” balê kişand ser xwe. Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer derket ser dikê û girseyê silav kir û destnîşan kir ku ew ê di demek nêz de pergalê biguherînin. 
 
'1’Ê GULANÊ DESTPÊKEK NÛ YE’ 
 
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniya hevpar xwend û destnîşan kir ku mitînga îsal a 1’ê Gualnê wê bibe destpêkek nû û ew ê her dem li dijî kedkxwariyê rabin. 
 
BERTEKA LI DIJÎ GIRTIN Û BIJNAÇVKIRINAN
 
Sari anî ziman ku aliyên faşizan di bin sîwana tifaqa paşverû de kom bûne û derd û kulê vê tifaqê ew e ku pirsgirêka kurd înkar bikin û li dijî jinan, aştiyê û demokrasiyê ne. Sari destnîşan kir ku ev îktidar tayînkirina pergala qeyûman li ser gel rewa dibîne û wiha got: “Her wiha îktidar înkarê, îxracan, bêdaletiyê, yekperestiyê, milîtarîzmê, îşkence, sepanên dijmirovî yên li girtîgehan û operasyonên qirkirina siyasî li ser me ferz dike û rewa dibîne.” Sari polîtîkayên aborî yên 20 salên dawî rexne kir û destnîşan kir ku ew ê vê îktidarê bişînin û jê xelas bibin. 
 
Mitîng bi stranên hunermend Sûavî berdewam kir.