Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin

img
 
HATAY - Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl li Hatayê beşdarî bîranîna qurbaniyên erdhejê bû û diyar kir k udi 1’ê Gulanê de li qadan di 14’ê Gulanê de jî di sindoqan de dê hesab ji îktidarê bipirsin. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Hekîmên Diranan ên Tirk (TDB), Yekitiya Odeyên Endeyzar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Baroya Hatayê ji bo qurbaniyên erdhejê bernameya bîranînê li dar xistin. 
 
Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li bernameyê bûn. Beriya bernameyê ji ber avahiya şaredariyê ya kevn a Antakyayê heta qeraxê Çemê Asî meş hat lidarxistin û li vir qurbanî hatin bibîranîn û daxuyanî hat dayîn. 
 
'EM Ê NE JI BÎR BIKIN Û NE JÎ EFÛ BIKIN’
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl di bîranînê de axivî û da zanîn ku rêveberên vî welatî xizmeta cemaweriyê tasfiye kirine û hemû xizmeta cemaweriyê peşkeşî çeteyan û sermayeyê kirine. Yeşîl diyar kir ku di erdhejê de saziyên alîkariyê yên dewleta 100 salî kon firotine û got: “Em ji bîra nakin. Em ê wan efû nekin. Helalbûna li gel wan nîne.” 
 
'EM Ê DI 14’Ê GULANÊ DE HESABÊ HER TIŞTÎ BIPIRSIN’ 
 
Yeşîl anî ziman ku ew ê sibê li qadan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz bikin û wiha got: “Em ê li qadan hêrsa xwe bînin ziman. Ew ê kedkar, jin û ciwanên vî welatî hemû bi hev re di 14’ê Gulanê de hesabên tiştên qewimîne bipirsin. Em bi hêrsa xwe di 1’ê Gulanê de û di 14’ê Gulanê de di sindoqan de bersiva xwe bidin. Em ê qet tiştên anîne serê me ji bîr nekin.” 
 
Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dersim Gul, Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Onûr Nacî Karahanci jî axaftinên kurt kirin. 
 
Piştî axaftinan qerenfîl avêtin Çemê Asî.